Bisilman baweriya îslamî pûç dikin
Her ku diçe “Bisilman”, baweriya Kurdan ji Ola Îslamê pûç dikin.
Di Sedsala Bîstî de felaketeke mezin hatiye serê Kurdan û yên ku ew wehşet bi Kurdan kirine, tev “Bisilman” bûne û hin caran jî bi navê “Îslam”ê kirine.
Em li virê behsa qetlîama Geliyê Zîlan û ya Dêrsimê nakin, lê belê ew wehşetên ku Sedamê Bisilman aniye serê Kurdan, ew jan hêjî ji kezeba Kurdan daneweribiye û niha jî bisilmanên ku xwe bi navê DAIŞê bi nav kirine, kiryarên wan ji yên wan hovên berê zaltir û xirabtir in.
Li Kurdan weke mesela “Çîroka Kefendiz” çêbûye ku niha ew xweziya xwe bi zemanê Ataturk û Sedamî tînin.
Gotineke kurdî heye: “Tu dikujî bikuje, lê belê laş xirab neke.” Jixwe Kurd hertim ên kuştinê ne, lê belê hovên berê serê Kurdan (Dêrsim ne tê de) jê nedikirin û bi de
stên xwe nedigirtin, weneyên xwe bi seriyên bê gewde re nedikişandin, her weha keç û jinên Kurdan jî dernedixistin mazatê û nedifirotin!
Ew kesên ku niha van kiryarên hovane li başûr û rojavayê Kurdistanê bi Kurdan dikin, hem jî ku li ser navê “Îslam”ê dikin, dilsariyeke mezin dixin dilê Neteweyê Kurd.
Xwedayê mezin di Qurana pîroz de gotiye: “Bawermend hemû xwişk û bira ne” lê heta niha civateke bisilman jî nerazîbûna xwe li pêşberê wehşeta li ser Kurdan diyar nekiriye. Îcar ev biratiya hanê, ji “Çîroka Kefendiz” zêdetir li Kurdan bûye wek “Biratiya Quling û Rovî.”
Her Kurd li ser vê “birati”yê vê pirsa hanê dipirse: ÇIMA BIRAYÊN MIN ÊN BISILMAN VÊ WEHŞETÊ LI MIN DIKIN?
Jixwe baweriya Kurdan bi wehşeta Ataturkî (1925-1938) serobin bûb. Lêw ji ber ku MIsatoyê Makedonî xwe ne weke Bisilman dida xuyakirin, Kurd jî diketin dudiliyê û zêde dilsariya dîn nedigotin. Lê baweriya Kurdan bi wehşetên Sedam Huseynê “Bisilman” serobin dibû. Niha jî ev wehşetên hovane yên DAIŞê ku eşkere eşkere bi navê “Dewleta Îslamî” li Kurdan dike, mixabin wê baweriya Kurdên Bawermend ji Ola Îslamê pûç bike.
Umîd dihate kirin ku wê Bisilman û dewletên Îslamê berî Kiristiyanan herin hewara Kurdan. Lê mixabin û sed carê mixabin, ew umîd jî beravêtî bû.
Xwedayê mezin Neteweyê Kurd û hemû zorlîbûyan ji cewra hov û xwînxwaran biparêze….
20/ 10/ 2014
Zeynelabidin Zinar