Civak

Vî xwestiye Tatlises bikuje

Kesên ku erîşa çekdarî birîn li ser Ibrahim Tatlises û ew bi giranî birîndar kirîn hatin girtin. Polisan piştî lêpirsînekî  li ser 36 cihên cuda de girtin û di encam de kesek bi nave Abdullah Uçmak û 20 zilamên wî hatin girtin û hêjî li 12 kesan digerin.

Abdullah Uçmak ji berî 10 salan li gel 3 zilamên xwe Ibrahîm Tatlises bi mirinê tehdît kirîbûn. Ji bo vê jî Uçmak ji aliyê polisan ve hatibû girtin. Sala 2002-ê, Abdullah Uçmak di dadgehê de gotî bû ku, di nav min û Ibrahîm Tatlises de dijminetiyek heye. Herweha wê demê li ber çavên polisan tatlises bi kuştinê tehdît kirîbû. 

Uçman di binçav de li gel parêzerê xwe hevdîtinek kir û got ku tu pêwendiya min êrîşkirina Tatlises re tuneye. Belê dijminetiyek me kevin heye lê hayê min ji vî bûyera niha tuneye. Abdullah Uçmak wek kesek serokê çeteyek krîmînal tê naskirin û bi darî zorê pera ji xelkê distîne û kesek krîmînalê naskiriye.

Back to top button