Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinan pirojeyek amade dike

Îro li bajarê Hewlêrê serokê civata wîlayeta Silêmaniyê û serokên lîsteyên partiyên nav civata navborî digel Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) civiyan.

Li gor agahiyên ji civînê derketine, ew yek hatiye zanîn ku Nêçîrvan Barzanî ji serok û serokê lîsteyên partiyên nav civata wêlayeta Silêmaniyê gotiye ku, ji bi encamdana hilbijartinên civatên wêlayetan ew mijûlî amadekirina pirojeyekî ye.

Kurdistan Resûl seroka lîsteya Yakgirtiya Îslamî piştî civîna di gel cîgirê serokê PDKî got: Di civînê de Nêçîrvan Barzanî ew yek eşkere kir ku ew mijûlî amadekirina pirojeyekî ye bo encamdana hilbijartinê parêzgehên herêma Kurdistanê.

Seroka lîsteya Yakgirtoya Îslamî ew yek jî eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dixwaze civatên wîlayetan rola parlametoyekî biçûk bilîzin û li sînorên parêzgehên xwe desthilatên timam hebin.

Back to top button