Polîtîk
Veto rabû
Dezgeha Bilind ya Hilbijartina biryara xwe ya veto kirina berendamên serbixwe şûn de wergirt. Wek tê zanîn Dezgeha Bilind ya Hilbijartina 12 berendamên serbixwe veto kirî bû. 7 ji van berendaman yên BDP-ê bûn. Li ser vê biryara Dezgeha Bilind ya Hilbijartina (YSK) li gelek cihên Kurdistanê û Tirkiye BDP-ê dest xwepêşandana kir.
Di van xwe pêşandanan de di nav polisan û xwepêşanderan de şer derket.Li Bismilê kesekî jiyana xwe ji dest da û sedan birîndar bûn.Gelek kes hatin girtin.
Di vê nave de berendamên BDP-ê hinek belge gihandin YSK-ê û şevîdin Dezgeha Bilind ya Hilbijartina civînek dirêj pêkanî û di encam de biryar da ku berendamên BDP-ê dikarin tevlî hilbijartina bibin.