Polîtîk

Yadkirina Hemîd Berwarî li Stockholmê

Yadkirina Hemîd Berwarî li Stockholmê

Hemîd Berwarî pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulan, kadiroyê jêhatiyê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê di 14ê vê mehê de di jiyê 77 salî de li nexweşxaneya Azadî li bajarê Duhokê wefat kir.

Hemîd Berwarî di sala 1934ê li gundê Kanîsarkê li devera Berwarî Bala ser bi wîlayeta Duhokê ve hatiye ser dinyayê. Di sala 1953 peywendî bi rêxistina PDK dike û di sala 1962ê de di nav refên pêşmergeyên şoreşa Îlonê de, di bin seroaktiya Mistefa Barzaniyê nemir de karwanê xebata wî ya pêşmergatiyê dest pê dike.

Hemîd Berwarî bi Elhoyê Germiyan binavûdeng bû û bi wî naznavî dihat nas kirirn, çima? Li gor wê kitêba ji aliyê Xelîl Berwarî li ser jiyanameya Hemîd Berwarî nivîsî, dema Hemîd Berwarî di sala 1962ê de bûye pêşmerge ew neçû devera xwe li Badînan pêşmergatiyê bike, wî li devera Kerkûk û Germiyanê dest bi xebata pêşmergatiya xwe kir. Di şoreşa Îlonê de ew yek ji fermandarên pêşmergeyên devera Germiyanê bû. Ji ber qaremanî, mêrxasî û zîrekiya wî  di şerên dijî dagîrkeran navûdengiya wî di navxelkê de belav bû û ew naznavê Elhoyê Germiyan li wî hat kirin. Her ji ber wefadarî û mêrxasiya wî,  gelek caran ew ji aliyê Barzaniyê nemir ve hatiye xelat kirin. Herwesa Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û serokê PDKê di kitêba xwe ya bi navê Barzanî û Bizava Rixgarîxaziya Kurd de gelek cara behsa rol û mêrxasiya Hemîd Berwarî dike.  Di sala 1970ê di kongreya 8ê û di sala 1979ê di kongreya 9ê de Hemîd Berwarî weke endamê komîteya Merkeziya PDK tê hilbijartin. Hemîd Berwarî Yekemîn kes bû bi medaliya Barzaniyê nemir hatiye xelat kirin

Hemîd Berwarî çewa li Bexdayê birîndar bû:

Roja 01.12.1970ê li ser meseleya cîbicîkirina rêkeftina 11ê adarê, Îdrîs Barzanî digel Hemîd Berwarî diçin bo Bexdayê û li Bexdayê digel serokomar (Ehmed Hesen Bekir) û cigirê serokoamr (Sedam Hisên) hevdîtina pêktînin. Biryar bû Îdrîs Barzanî û Hemîd Berwarî sê rojan li Bexdayê bimîn in, lê serokomarê Îraqê daxaz ji wan kir bû ku, ji bo minaqeşekirina hin meseleyan, mana xwe li Bexdayê dirêj bikin.
 
Mesûd Barzanî di kitêba xwe ya binavê Barzanî û Bizava Rizgarîxaza Kurd de li dor çîroka birîndarkirina Hemîd Berwarî dinivîse: Apê min Babo hatibû Hacî Omeran û dixwast Îdrîsî bi xwe re bibe Barzan. Apê min ji min daxaz kir ku ez Îdrîs agadar bikim. Min telefon bo Îdrîs kir daku jê re bêjim; apê te li Hacî Omeran e û dê sê roja li benda te be divê tu vegerî da bi apê xwe re biçî bo Barzan. lê xeta telefonê gelek xerab û me ji hev du fêm nekir. Min peywendî bi şêx Reza rêvebirê polîsên Hewlêrê kir ku ew Îdrîs agadar bike ku apê wî li benda wî ye. Qedera Xwedayê mezin wisa bû, şêx Reza wisa têgihişt bû ku vegera Îdrîs gelek giringe û dibê bi zûtirîn wext  ji Bexdayê derkeve.

Serokomarê Îraqê otomobîleke Mercedes  diyarî dabû şandeya kurdî. Hemîd Berwarî û şofêrê erebeyê Mihemd Ezîz ew bir bû hin kêmasiyên wê serast bikin. Îdrîs Barzanî her wê êvarê, bêy ku hevalên xwe agadar bike divedigere Hewlêrê û diçe Hacî Omeran. Hemîd Berwarî û Mihemd Ezîz  bi otomobîla Mercedes ber bi cîyê mêhvandariyê bo şîvxarnê  diçin.  Bi pîlaneke pêşwext amadekirî ku Nazim Gizaz serokê îsîtxbara Îraqê serperiştiya pîlanê dikir, 05.12.1970ê, saet 10ê şevê otomobîla wan dikev kemîna îsîtxbarata Îraqê û ji bo ku Îdrîs bikujin 50 fîşeke berdan otomobîla Mercedes, çekdaran wisa zaniye ku Hemîd Îdrîs e ji ber ku piçek li hev diçûn.

Hemîd Berwarî bi giranî birîdar bû, seqet bû û heta çûye rehmet jî, berdewam ji ber êşana bîrnên xwe dinalî.

***
Komîteya Swêdê ya Partiya demokrata Kurdistanê merasimeke pirse û sersaxiyê ji bo pêşmege û serkirde Hemîd Berwarî amade dike.
Roj: 30.04.2011
Saet: 14:00-17:00
Adres: Hjulsta Backar 10A , Stockholm

Back to top button