Vekirina dikanêkî bû wek şoreşê
Li Manama paytextê welatê Bahreyen seks-shop vebû. Ev cara yekeme ku li welatek yê Kendavê cihek bi vî awayî vedibe. Jinek ku temenê wê 32 saliye ev cih vekiriye û nave xwe licih kiriye. Navê vê seks-shop-ê “ Dar Hadice“ ye.
Li gora daxûyaniya xwediyê vê dikanê, malên wê hemi ji Amertîka tê û ev dikan tenê xizmeta kesên zevicî dike. Kesên tên dikanê ji berî tiştekî bikirin, divê belgeya wan ya zewacê hebe û vê nîşanê xwediyê dikanê bikin. Xwediyê dikanê dibêje ew karê dike ne dijê islamêye û li gora mercên islamî karê xwe dike.
Li cîranê Bahreyn li Suudiyê vekirina dikanên bi vî cureyî qedexeye û ji ber wê jî piraniya mişteriyên vê dikanê ji Suudiyê tên. Li gora daxûyaniya xwediyê dikanê, gelek kes rexna li vê yekê digrin, lê dê ew karê xwe berdewam bike.