Polîtîk

Gotara Serokê Kurdistanê li Parlementoyê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serokayetiya Parlemena Kurdistanê û Endamên Parlemen

Ev dema we baş.

Xweşhalim îro careke din li nav we me bo ku li mînbera Parlemenê ve çend babetek ji bo nûnerên gel û li rêya we jî ve ji bo cemawerê delalê Kurdistanê rûn bikim û ra û dîtin û têbîniyên xwe bixim rû.

Ew babetên ku dixwazim behs bikim li du mijaran de kurt dibin, yekem mijara hinek pêşhatên bi warê saheya siyasiya Iraq û pêwendiyên me li asta navçe û cîhanê de agahdar kirina cenabê we li bernameya nû de çend serdanek ji bo çend welatek dikim. Duyem mijara rewşa navxweyî û paşaroja pêşhatên nav Herêm û têkdanên ji bo van rûdawan.

Birêzan di derbarê rewşa Iraqê cenabê we agahdarin ku niha li piştî hilbijartinê ve qeyranek li holê daye û mixabin dibe ku rewş roj bi roj aloztir bibê. Li vê navberê de helwesta me wekî Kurd û Kurdistanî rûne, ji bo me başe Hikûmetekî hevbeşê nîştimanî bê pêkanîn û hemû pêkhatên Iraqê têda beşdar bibin. Em nabîn beşêk ji qeyranê belku herdem li gel çareseriyê da dibîn.

Di derbarê pêgeha Herêm li vê rewşê de xweşhalim ku lîst û qewareyên Kurdistaniyan bi yek dengî û yek helwestî berev Bexda diçin. Bernameya şanda Herêm jî ronahî û eşkereye. Ji bo me kes girîft nîne bo me bernameya Hikûmeta nû girînge, em tehemul li gel bernameya Hikûmetê dikîn, li ser ruyê hemûyan ve îltîzam bi destûr û cih bi cîh kirina maddeya 140, divê li vî warî da şaşî û kêmterxemiyên berê dûbare nebin.

Xuşk û birayên delal, li cem we ne veşartiye ku xurttir bûna pêwendiyên me li gel welatên hevsû û navçeyê çi girîngiyekî ji bo Herêm û berev pêşveçûna rewşa siyasî‌ û aboriya me heye. Herdem diruşm û vexwendina me eve bûye ku em hewayekî çareseriyeke aştiyane li deverê da biafirînin ku hemû gelên navçeyê li aştî û serbestiyê da bijîn. Daxwaz û kerameta hemû aliyek parastî bê. Tirkiye yek ji wan welatane ku girîngiya xwe ji bo hemû navçeyê bi giştî û ji bo Herêma Kurdistanê bi taybetî heye. Xweşbextane îro pêwendiyên me li gel Tirkiye gihîştiye astekî ku hevdû têgihiştinekî mezin hatiye holê û li wê baweriyê dane ku bingeheke baştir ji bo pêşxistina wan pêwendiyan bi awayekî ku li berjewendiya her du aliyan da hebê.

Her wiha li çarçêweya vê berev pêşçûnê da ez wekî Serokê Herêmê bi awayekî fermî ji bo Tirkiye hatime vexwendin û bi hêviya xwedê li demekî nêzîk da vê serdanê encam didîn. Armanca me ya serdana vê seferê jî eweye ku:

Yekem: Dixwazîn pêşwazî li wê siyaseta dewleta Tirkiye bikîn ku destê dostiyê ji bo me dirêjkiriye û bêguman bersîva me jî ji bo vê helwestê wekî herdem her erênî dibê.

Duyem: Em dixwazîn asta pêwendiya me ya siyasî zêdetir pêş bikeve bi awayekî ku li xizmeta bi cîh kirina aştî û rewşa tenahî û asayîşê li hemû deverê zêdetir bibê.

Sêyem: Her wiha pêwendiyên xwe yên aborî li gel Tirkiye zêdetir pêş bixîn û hewl bidîn asta danûstandina bazirganî û sermayeguzarî li navbera me da bilidtir û berfirehtir bikîn.

Birêzan… Dema dengê xêr û aştiyê ji aliyek her aliyan ve bilindtir dibê em divê pêşwazî lêbikîn û piştgir bîn ji bo serkeftina wê, ji ber ku paşaroja gelê me ji hemû gelên dinên navçeyê zêdetir zimanê aştî û dûrî ji tundutîjiyê mîsoger dibê. Li vê çarçêweyê jî da bi navê pejirandina aştî serxistina zimanê guftugo û ji holê rakirina gumanan û dirust kirina baweriyê zêdetir dike, armanca me ewe dibê ku çareseriya aştiyane bingeha hemû danustandinên me bê û rêz li serweriya hevsû û cîranan digrîn‌ û li beramberî wê jî em li benda wê yekê ne ku rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bê girtin.

Her wiha li vî warî de rê nadîn kes îstîxlala Herêma Kurdistanê ji bo serxistina ajandaya taybetiya xwe bike û nabê Herêma Kurdistanê bibê qada ji holê rakirina hesabatên hêz û aliyên navçeyê û divê hemû aliyek hewl bidîn gengeşeya navçeyên sînûriyan nehêlîn û dawî bi wê bombebaran û topbaranê bê ku dibê sedema gumanan û azardana xelkê wan navçeyan. Tecrube dane xûyakirin ku tundutîjî‌ û şer li navçeyê da tu berhemekî xwe nabê, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek piştevan û piştgirê zimanê aştî ‌û rêzgirtina du aliyane bin.

Welatê duyem li bernameya seferê min da Fransa ye, ev demeke bi awayeke fermî Serokê Fransa min vexwendiye Fransa û niha demeke guncawe ji bo encamdana vê serdanê. Bêguman agahdarîn ku pêwendiyên me li gel Fransa li asteke baş daye li gel gel‌ û Hikûmeta Fransa çi li nehametiyan û çi li dema sergirtina ezmûna Hikûmeta Herêmê dost û piştgiriya me kirine. Ji bo wê yekê her li ser bingeha wê dostayetiyê û bi navê berjewendiya du alî hewla wê yekê didîn pêwendiyên me li gel gel‌ û welatê Fransa xûrttir bibe û hêvîdarim serdana me ya vê carê jî ya Fransa hevdû nêzîkkirineke zêdetir û berhemên baştir lê bikevê.

Mijara duyem di derbarê rewşa me ya li hûndir û navxweyiye,

Xuşk û birayên delal…

Îro hatim gelek bi eşkere li gel we û li rêya we jî li gel hemwelatiyên me yên delal li ser çend pirseke girîng biaxivim. Niha rewşek li Kurdistanê de hatiye holê ku mijule hêz û kiryarên me ji holê rake û armancên me li berçav wenda bike. Ji bo wê yekê rûnkirineke vê pêvajoyê gelek pêwîste. Xebat, têkoşîn û qurbanîdana me ji bo serbestî‌ û azadiyê buye. Ji bo wê yekê buye ku em xwedî îradeya xwe bîn û kerameta mirovê Kurd parastî bê. Şikir ji bo xwedê bi xêra xwîna şehîdan‌ û bi xebat û têkoşîna hemû aliyek û piştî qurbanîdaneke mezin ew destkeftên niha hatine holê. Welatê me azade û ezmûna îdare û hukimraniya me heye. Îro em xwedî welatê xwe û kesayetiya xwe ne, ku wate çi sûdekî heye ku bi destê xwe ezmûna xwe naşîrîn bikîn û çi sûdêkî heye dîtineke nedirust li Herêm û kesayetiyê mirovê Kurd pîşanî xelkê cîhanê bidîn.

Birêzan dirustkirina avahiyek hêsane, lê belê dirustkirina kesayetî gelek zehmete, têkdan û asîmîlekirina ne rewaya kesayetiyê mirovê Kurd tawana derheq bi neteweyeke. Ewê niha bi navê azadiyê ve tê kirin ne azadiye, eve fewzaye mijule rewşa Kurdiyetî‌ û mirovayetî têk biçe. Bi navê azadiyê ve bi bê belge û bi bê sebeb êrîş dikine li ser mafê her kesek û êdî bi wê mafê xelk rewa nabînîn li gor yasa parastinê li mafê xwe bikin. Bergirîkirin li mafê her keseke li rojnamevan heta her takekî civakê bi erkê xwe dizanim. Lê belê nabê kesek li ser ruyê yasayê ve bê û bîra wê yekê bikin ku hinek kes bi hêsanî wê yekê dikin ku bi keyfê xwe mafê xelk binpê dikin û bêbextî û tometê li ser xelk belav bikin. Êdî eger kesek li gor yasa dakokiyê li mafê binpêkiriya xwe kir ev kar bi dijî azadiyê raderbirîn li qelem bidin.

Eve ne azadiye, eve xerap bikaranîna wê hewaya azade ku li Kurdistanê bi têkoşîna hemû aliyek hatiye holê. Nabê êdî eve bê qebul kirin, nabê êdî azadiya hemwelatiyan û mafê wan bi navê azadiyê ve bê binpêkirin. Li Kurdistanê da qiyema rêzgirtina li bîr û baweriya hevdû ra û rîşeya li dîrok û kultûra me da heye, lê belê niha hewldana vê qiyemê jî didin. Hinek caran ew zêdeçûn digihe wê radeyê ku ola pîroza îslam jî bê biçûk kirin. Li Kurdistanê da em bi wê yekê serbilindin ku çanda me çandeke hevdû têgihiştin pêkve jiyane. Li navbera olan de cûdahî tûne, nabê bi tu awayekî olekî bête biçûkkirin êdî çi bigihe ola pîroza îslam ku ola zêdetirê xelkê Kurdistane. Êdî em derbaskirina van sînoran qebul nakîn û divê rêz li bîr û baweriya xelkê bê girtin. Em pêşwazî li rexneya erênî dikîn û em dixwazîn kêmasiyên me bêne destnîşankirin, lê belê rewş li wê yekê derketiye û buye neşîrîn kirina hemû welat, tomet helbestin‌ û nav û natore dirust kirin ne ji bo pêwendiya bi rexne û azadî raderbirîna hevdû ye, divê mesulane beramber her rûdaw û diyardeyeke li Herêmê da helsukeft bikîn. Ew girjî û aloziya wê dema ku li Kurdistanê da serî hilda li rastiyê da îstîxlala rûdawêk bû bo ku îmtiyazata siyasî li ser hesaba xwîna gencekî Kurd bi dest bixe. Rûdawa teror kirina ciwanemerg Serdeşt Osman ji qalibê xwe hate derxistin û tu rêzêk li yasa û rewşa lêkolînê ve nehat dayîn. Nabê hemû tiştek bê îstîxlal kirin û fewza bê dirust kirin û rê bidin bo wê rûdawê yasa dewr bibînê. Ez ji hemû kesekî zêdetir îdaneya wê tawanê dikim. Berpirsiyariyetiya meye hemû hewlek bidîn ji bo destgîr kirina tawanbaran û rakêşana wan a li ber dadgehê. Ez li vir da radigihînim dezgehên pêwendîdar dikarin, eger pêwîst kir daxwaza hevkariya teknîkî li her pîsporeke derveya Herêmê bikin da ku li proseya lêkolînê da yarmetîder bin.

Birêzan.. Ji bo min cihê şanaziye ku min kariye baweriya %70 ê gelê Kurdistanê bi destbixim, eve jî wekî destkeftek ji destkeftên din berhemê xwîna şehîdan ‌û renc û têkoşîna gelê meye. Ji bo wê yekê jî rêz li bawerî û daxwaza gel digrim vê postê bi pêgehek dizanim ji bo serweriya gel û parastina deskeftên wê. Ez hemû xelkê Kurdistanê bi xuşk û birayê xwe dizanim û xwe bi beramber parastina mafên wan berpirsiyar dizanim çi ewên li gel me bin an ne li gel me bin, lê belê ewên daxwaza xwe bi navê hemû gelê Kurd dixine rû û wiha nîşan didin ki axaftina wan axaftina hemû xelkê Kurdistane rêz li îradeya xelkê Kurdistan‌ û raya zêdeyê xelk negirtiye. Ez bi girêdayî wê mafê me ku gel wê maf û azadiya parastina hemwelatiyan biparêzim û rê nadim kesek lîstokan bi asayîşa Herêmê bike. Rexne û babetên ciddî ji bo baştir kirina rewşa welat û edaya dam û dezgehan îhmal kiriye û hinek xelk mijulî tiştê riwalet‌ û lawekîn ‌û gelek tiştan îstîxlal dikin bo ku peyamekî çewaşeyî lê dirûst bikin.

Birêzan êdî ev demeke bi awayekî ne rewa babeta asayîşa Herêmê hatiye behs kirin û li hinek ragihandinan de dîmenek dirust kirine ku qaşo li Herêmê aramî li holê da tûne û kes li ser û malê xwe ne dilniya ye. Eve jî ji rastiyê dûre, ji ber ku bi hewl û westabûn û qurbanîdana dezgehên pêwendîdar û bi hevkarî û hemahengiya xelkê ya li gel wan aramî‌ û asayîş li Herêmê berqerar buye û baweriya cemawer û hevkariya du aliyene van dam û dezgeh û xelk bingeha berdewamiya asayîşa Herêmê buye. Ew kesên ku dixwazin li bandora van dam û dezgeh û berhem û destkeftan kêm bikin bila berawirdiya dîmena rewşa ewlehiya cihên dinên Iraq û rewşa Herêmê bikin gelo dixwazin rolekî bi bandor ev dezgeh dawiya wê yekê bînin heta ku Herêm wekî cihê dinên Iraqê lê bê, eger wiha bê divê ew kes berpirsiyariyetiya vê daxwaza xwe li stuyê xwe bigrin û li beramberî xelk da berpirsiyar û bersîvdar bin.

Pêwîste bi eşkere hewlên me ji bo yekgirtin û bihêz kirina van dam û dezgehên me hemûyan parêzerê asayîşa Herêm bîn‌ û xwe bîn li daxûyaniyên wiha ku rewşa ewlehiyê dişêwênin‌ û xelkê tûşî tirs‌ û gumanê dikin biparêzîn.

Eger ewlehî û asayîş nema pêşketina aborî û avadankirin û pêşketina Herêmê jî namîne ‌û gelê me li hemû ruyek ve ziyanmend dibê. Ji bo wê yekê divê hemû aliyek gelek berpirsiyarene pêwendî li gel vê babetê bikin. Bi hîmet û têkoşîna dilsozên welat jî asayîş û asûdeyiya li Herêmê her xurttir û aramtir dibê. Xelkê dilniya dikin ku bi tu awayek rê nedin ev hewaya aramiya Herêmê têkbiçê.

Li vir da bi pêwîstî dizanim cenabê we agahdar bikim ku proseya yekgirtin û asayîş û dirust kirina yek leşkerê Pêşmerge ji bo Herêmê berev pêşve çuye û gelek bi ciddî kar li ser dikîn. LÊ belê eve babetekî hestiyare û divê gelek bi hişyarî hengavan ji bo wê bavêjîn.

Li dawiyê de dixwazim bibêjim li vî welatî da divê yasa serwer bê ji bo hemûyan û kesek li ser ruyê yasa nebê, azadî heye û xelk mafê xwe nerazîbûnê derbinrin û rexneyê bigrin, lê belê rê nadîn rewşa gel têkbidîn û tenê li ber wê yekê ku hejmareke kêm li gel wê rewşê naguncê, rêya yasayî ji bo her takekî Kurd vekiriye, lê belê nabê binpêkirina yasa piştî her rûdawêk bibê bi diyardeyeke herdemî, armanca me ya serekî parastina yekrêziya gel û deskeftên wê ye û em dixwazîn li hewayeke aram da civaka me pêş bikeve û berev paşarojeke geş hengavan bavêje, eve jî daxwaza gelê meye û hemû kesek divê rêz li îradeya gelê me bigrê û daxwaza hevkariyê li we hemûyan dikim û werin pêkve em destbidin hev ji bo başsazkirinê.

Her serkeftî bin û spas ji bo rexsandina vê derfetê…

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29/05/2010

Back to top button