Vegeriyan lê tiştek negotin

Heyeta PDPê ku îro ji bo hevdîtinê li gel Ocalan bike vegeriya. Wek tê zanîn heyata PDPê ji parlementera Agirî Pervîn Buldan, parlementerê diyarbekirê Altan Tan û parlementerê Stanbulê Sirri Sureya Onder  pêkhatibû.

Lê dema vegeriyan tu daxuyanî di derbarê hevdîtinê de nedan medyayê. Lê tenê Pervîn Buldan gotinek ya Ocalan ragihand û got: Ocalan gotiye, ev pêvajo gavek dîrokiye. Em qonaxek dîrokîre derbas dibin. Divê herkes gelek bi hizir bê ji bo vê pêvajoyê. Girtî di destê dewletê de hene û destê PKKê de jî girtî hene. Hêvî dikim PKK qedrê van girtiyan bigire û ew demek nêzik bigihin malbatên xwe.

Herweha Buldan got ku di derbarê hevdîtinê de hevserokên BDPê daxuyaniyê didin.

Nêrînek

  1. “Vegeriyan lê tiştek negotin”\r\n\r\nEw nikarin ti$tekî biwêjin, ji berku ew ne serbixa ne û ew ne wusa dilsozin ku, A. Ocalan çi gotîye rast e rast wan gotinan ragîhînin.. Nika vana tên bi ergenekonên din ra bên cemhev.. Ka gotinên Ocalan çawa çep-rast, ango biguharin û ragîhînin..hwd. Lê, ew nizanin ku gotinên berê da jî diwêjin; “pa$îya derewan bostik e”

Nerîna min :