
Vê nivîsê li mala xwe bi sênga dîwêr ve daliqîne ku her tim li ber çavên zarokên te bin! Li her derê kurdistanê belav bike!
EZ JI BAKURÊ KURDISTANÊ NE JI BER MEHMETÇÎKÊN TIRK, JI BER MEHMETÇÎKÊN OCALAN Û PKKA WÎ REVIYAM EWRUPAYÊ?
BIXWÎNE, DA TU BIZANIBÎ ME BI MILETÎ ÇI DEWREYÊN KESNEDÎTÎ DERBAS KIRINE!
Ez di sala 1981ê de ji bal rêberê xwe ve hatibûm girtin, û di 24ê nîsana sala 1991ê de ji Zindana Diyarbekirê hatim berdan.
Bi kurtî, dema ku ez hatim berdan ji gelek cih û warên welêt bi sedan kes hatin serdana min. Û hemiyan jî zanîbûn ku min dev ji PKKê berdaye û ez li dijî wê rawestiyame. Di nav hemiyan de a ku pir bala min kişandibû ew kesên ku ji hin gundên Qosera (Kiziltepe) berî girtina xwe min ew kiribûn apoyî hatibûn ba min, pere didan min û digotin eyb e te dev ji PKKê berdaye. Min jî digot lawo hûn çi insan in, min hûn kirin apoyî(PKK) û min mala we hemiyan xerab kir,û hûn jî tew bi serde peran didin min! Ez gunehkar im haho!,.
Erê, her kes bi haweyekî bûbû apoyî; ên ku ne bûbûn jî wek dilxwazên wan tevdigeriyan. Û ez jî bûbûm wek ê ku di filîmê Kemal Sûnal de ava dînitiyê venexwaribû û her kesî vexwaribû. Ya min û ya wan, me ew av vexwaribû; ya ez dîn û yan jî ew dîn bûbûn!
Ji min re çi digotin:
”Ma tu ji Simaîl Beşikçî zanatir û ji Mûsa Enter kurdtir î ku ew bûne apocî û PKKcî û te dev ji Apo û PKKê berdayî!”
Min dikir û ne dikir min nikarîbû hema yek jî li ber kurdqesasê Apê wan û tiroviriya PKKa wan bixista. Ji wehca nava xwe carcarê min civat diterikand û ez diçûm navtarên gund. Îcar di wan kêlîkan de mirîşkan berê xwe bi min vedikirin, nikilên xwe li zibil didan û bi hêrz digotin,” PPPPPPP” yanî PKK ha! Li aliyê din dîkan diavêtin ber wan, ”PPP qooo kuuuxxx!..” Ew wilo, vê carê jî çîçikan xwe diavêtên wê navê, ”pî pî pî pî pî…” Min fêhm dikir ku ew jî ji min re dibêjin bibe PKK!
Ya Rebî tu çêkî! Ez hîn bêhtir aciz dibûm û bi ser bênderan de direviyam. Lê mixabin ez dîsa xelas ne dibûm! Vê carê jî têtî, beraşe û koleke li ezmên tam raserî min disekinîn û bi dengê herî bilind dilûrizandin, ”Tîp pît tîp tîp tîk..” yanî digotin PKK.
Ez diqêjiyam, û bi vir de û wir de direviyam, îcar di wê navê re kûçik dihatin min. Kûçikek ji wan pir ji min aciz bû, xwe dadida min û devê xwe bihustekê vedikir, ”Ap ap ap apa p!…” wî jî yanî digot bibe apocî. Xortên gund û carina jî kûçikê hevalê min, bi min ve digihan û ez ji nav lepên kûçikan xelas dikirim.
Cih ji min re nemabû, min ji bêgavî berê xwe dida çiyê. Îcar çawa ku berê min diket çiyê, wilo jî garana gund derdiket pêşiya min. Garanê xwe dida ser hev û çêlekan serî radikirin, ziq li min dinerîn û dihooriyan, ”HHHAAAAOOOOOPPPPOOO” Wan jî digot çima tu nabî apoyî! Îcar gava ku bi êvarkî re garan dihat gund, hemiyan bi hev re û bi haweyê ku digotin ”AAA. HHH, PPP, OOO, KKK” diziriyan, dioriyan û dişêhiyan!
Li gundê Zorava, û heta li nav bûblaniyan, deqorî, temikî, pencînarî, xerzî, torî û omeriyan bi tenê hew kûçikek hevalê min hebû. Kûçikê mala Hisênê Osê. F suphanellah, dema ku şervanên PKKê dihatin gund hedan nediket vî kûçikî, şervan li mala kê bana diçû li wir direya, û gava şervan ji gund derdiketin jî bi hêrz dida ser pişta wan. Bi tenê hew vî kûçikî ji min fêhm kiribû. Ez û wî ji hev re pir baş bûn. Ma ji xwe ne ji wî baya, wê kûçikên gund ez xwaribama!
Apoyiyan tam li min şidandin, ”Ya tu yê biçî Bekayê ba Serok Apo û yan jî hema ji vî welatî biceheme!..”
”Heval, Eskerlik Şûbesîya Nisêbîna mehmetçîkan, bi hesabê ku ez sê mehan li welêt bimînin û dûv re biçim eskeriyê izin dane min. Sê meheke din ez ê ji welêt bicehemim!..”
”Na, mehekê!..”
”Heval mehmetçîk faşîst bûn û hûn jî qaşo devrîmcî bûn, faşîstan sê meh û hûn jî mehekê iznê didin min…!”
”Zimanê xwe dirêj neke! Niha here!…”
”Temam heval!…”
Erê, min 16 milyon pereyên tirkan da wan û wan jî ez di ser Stenbolê re ji welêt bi dûr xistim.
Îcar piştî ku ez reviyam, digotin ”şervanên azadiyê”, ew kûçikê ku hevalê min bû û me ji hev hez kiribû jî kujtin!
TÊBINÎ:
Heger apoyiyan hiştibana ku xelkê kitêbên min ên hîn bîst sal berê min nivîsandibûn bixwendana, him wê îro ev kurdiya ku ez pê dipeyivim bi hezaran keç û xort pê bipeyivyana û him jî wê ewqas malxerabiya kurd çênebaya! Apo û Konseya wî pîberê dewleta mehmetçîkan bûn, û hîn jî ew pîber in. Yanî cehş, temam ”heval!” Ewqas!
Laleş Qaso
Jêder: ji Facebook a laleş Qaso