Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê şaxê xwe li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê vekir.

Şanda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê weke amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya duyem, serdana Başûrê Kurdistanê kir, li Duhokê şaxê xwe vekir û duh jî li Hewlêrê endamên wê ligel şanda mêvan civiyan û şaxê xwe vekirin.

Biryare şaxekî wan li Silêmaniyê jî vebe û piştre dê li Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe lidar bixe.

Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê Wezne Hemîd beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku ew çend roj e ku şanda wan derbasî Herêma Kurdistanê bûne û çend civîn lidar xistine.

Wezne Hemîd got: “Şaxê xwe li Duhokê vekir û ew ji 27 kesan pêk tê û gelek serkevtî bû. Me li Hewlêrê jî şaxê vekir. Me biryar e em li Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe ya duyem saz bikin.”

Bi gotina Wezne Hemîd ew li gor derfetên xwe ji nivîskaran re dibe alîkar û heta niha 35 pirtûk çap kirine û car carnan jî çalakiyan li navenda xwe lidar dixin.

Endamê Desteya Rêveberiya Ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê Barzan Hisên Liyanî jî diyar kir ku yekîtiya wan di sala 2013an de hate damezrandin û got: “Me pêwîst dît ku em serdana nivîskarên li Herêma Kurdistanê bikin. Em dê ligel wan guftoguyan derbarê kongraya xwe de bikin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: