Vatinîya hêzên demokratîk û neteweyî yên Kurd, ne ew e ku, ew, êş û jana gelê Kurd zêde bikin…
Ji roja ku partiya AKP’ê pakêta xwe ya ji bo guhertinên di qanûna bingehîn de pîşkêşi parlamentoya Türkîyê kir û vir de, ango ji dawîya meha adarê heta îro, gengeşiya di derbarê piştgirî an jî li dij-derketina van pêşnîyaran de, qet nesekinîye. Tiştê herî baş ew e ku, ev gengeşî, ne tenhê di meclisê de an jî di navbêna komikek kesên siyasî/rewşenbîr de çêbûye/çêdibe, berewajê wê, bûye mijara hemû beşên civakê.
Nûnerên hêzên statukaparêz yên nijadperest, di meclîsa Tirkî’de, bi hawara “welat perçe dibe, dewlata me têk diçe” û bi yekdengî, dijî van pêşniyaran derketin. Dezgehên sîstemê yên kemalîst, ji bo ku pêş li ber vê pakêtê û li ber pêşveçûnê bigrin, bi hemû hêz û awayên xwe xebat kirin û hîn jî têdikoşin. Îro, ji alî piranîya civatê û hemû hêzên demokratîk ve hatîye fêhmkirin ku ev şer, di navbêna parazgêrên statükoyê û hêzên guherînan dixwzin e. Bi gotinekî din, ji hêlekê ve hêzên kemalîst/nijadperest dixwazin statükoyê biparêzin û sîstemê weke xwe bihêlin; ji hêla din jî AKP, ku li Tirkîyê partîya herî nêzi demokrasîyê ye û hêzên demokratîk, guherînan û pêşveçûnê dixwazin.
Di vê babetê de pirsa herî girin ev e ku, partîya DTP/BDP, him di meclîsê de û mîna partîyên kemalîst/nijadperest, li dijî vê pakêtê derket; û him jî niha biryar stendîyê ku, wê referandûmê boykot bike. PKK, gefan li welatparêz, rewşenbîr û rêxistinên Kurd, yên ku pêşketinan û pêwistîya erê’kirina referandûmê diparêzin, dike.
Ya herî balkêş ew e ku, tu ciwanmêrek ji PKK/BDP derneketîye û negotîye “e vê maddeya pakêtê, ji ya berê xerabtir an jî paşverûtir e”. PKK, vê helwesta xwe ya bi kemalist û nijadperestên Tirkan re hevbeşe, bi gotinên neteweyî neqiş dike û dixwaze gelê Kurd bixapîne. Ew, ji tirsa xelkê newêrîbûn ku bêjin “em ê di referandumê de bêjin NA!”. Xelk dê bigota, “vaye bloka kemalîst û nijadperest jî dibêjin na, ma ferqa we çiye?”. Ji ber wê jî ew, rîya boykotkirinê hilbijartin. Lê xelk baş têdighêje ku, erê’kirina referandumê, helwestek li hember hêzên kemalîst/nijadperest û generalên 12’yê îlonê ye! Li dij derketin jî, ji xîzmeta sîstema kemalîst e.
Bêgûman plan û armancên AKP’ê ji yên me gelekî cûda nin. Ne ev pakêt dê pirsa Kurd çareser bike û ne AKP’yê jî weke me difikire. AKP, ji bo berdewamîya deshilata xwe reforman çêdike. Lê her reformekî jî, dibe sedema vekirina qulekî di sîstema kemalîst de. Û her wiha, her qulek jî, rê li ber tîrêjeke azadî û demoqrasîyê, vedike.
EU û bi taybetî USA jî piştgirîya vê pakêtê dikin û li Tirkîyê guherînan dixwazin. Serokê Kurdistana Başûr Berêz Mesûd Barzanî jî, di hevpeyvîna xwe ya bi Amberin Zaman re wiha gotibû: “Desthilata îro ya li Tirkîyê, guherinên gelekî mezin li Tirkîyê pêkanîye. Berî her tiştî, nêrîna Tirkîyeyê hate guhertin. Ger em zihnîyet û boçûnênTirkîyê yên klasîk bînin ber çavên xwe, tiştên ku AKP kir û dike, birastî jî mêrxasî ye. Tevgera xwe bi wêrekî kirin. Mitewazi be jî, gavên ku di derbarê ‘vebûna demokratîk’ de avêtin, tu carî ne biçûk in. (…) Him li Tirkîyê û him jî di nav PKK’e de, mirovên ku ji şer xwedî dibin henin.”
Wek tê zanîn, li Dörtyolê, tirêmbîlekî polîsan rastî êrîşekî çekdarî hat û 4 polîs hatin kuştin. PKK’yê yekser li vê kirina xwedî derket. Lê şika hêzên ewlekarîya dewletê heye ku, li pişt vê kirinê, Ergenekon û JİTEM heye. Ji xwe dest bi kirinên şîddetê û geşkirina terora kolanan, bala her kesî kişandiyê. Pêşiya dabeyên eskerî yên ‘12 adar’ê û ‘12 îlon’ê jî eynî metod hatibûn xebitandin. Tu aqilekî selîm nikare bêje ku ev şîddet û kirinên han baş e. Ji xeynî kesên kêmaqil, sûtal û parazîtên fikrê!…
Şîddet û geşkirina şer, ne ji berjewendîya gelê Kurd û etnîsîtetên din re ye, û ne jî ji bo çareserkirina pirsa Kurd xîzmetê dike. Vatinîya hêzên demokratîk û neteweyî yên Kurd, ne ew e ku, ew, êş û jana gelê Kurd zêde bikin; berewajîya wê, divê ew, ji bo kêmkirina êşên vî gelê belengaz têbikoşin û jiyanek hîn xweştir ava bikin.
Cemil Demircan