Civak

Ji ber "tawanên li dijî dewletê" Wezareta Navxwe li 287 nişteciyên kurd digere

Wek ku berê hatibû ragihandin, di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, hatine s,andin ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye s,andin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. KurdWatch niha nisxeyek ji tevaya lîsteya navên hemû kesên peywendîdar li parêzgeha Hisiçayê – bi tevayî 287 kes in – û herweha nisxeyek ji nameya Wezareta Hundir a sûrî bi dest xist. Ji vê nameyê es,kere dibe ku kesên ku navên wan di lîsteyê de ne, ti belgeyên nasnameyê nastînin, ne bi s,êweyekî s,exsî, ne jî di rêya mirov û parêzeran re. Ev herweha tê wê wateyê, ku ew nikarin di rêya nûnerîtiyên Sûriyê li derve doza paseportan bikin an nikarin belgeyên ji dezgehên nifûsê bi dest bixin, ger bixwazin bizewicin.

Berevajî baweriya te niha, lîste ne ya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ye, lêbelê ya Wezareta Hundir e. Lê piraniya kesên di lîsteyê de mecbûr in serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bixin, dezgehên ewlekariyê yên din pir kêm hatine behskirin. Di nameya Wezareta Hundir de hatiye nivîsandin, ku ew kesên di lîsteyê de, ku ji Sûriyê reviyane û xwe dane alî, ji ber »tawanên li dijî dewletê« li wan tê gerîn. Di rastiyê de piraniya kesên di lîsteyê de çalakvanên siyasî ne – bi taybetî behsa Kurdan, lêbelê ya Ereb û Filehan jî tê kirin. Bes,ek ji wan di zaroktiya xwe de ji Sûriyê derketine. Ji ber vê yekê divê fermana nehis,tina dana belgeyan ji bo van kesan mîna cezakirina kesên ku wek dijber tên dîtin, bê fêmkirin.

Balkês, e ku ne hemû kesên ku navên wan di lîsteyên xweser ên Amûdê, Tirbesipî û Qamis,loyê de hene, di lîsteya gis,tî de ne. Dibe ku ev yek ji wê yekê be, ku lîste di demine cuda de, ku ji bo me ne naskirî ne, hatine amadekirin. Ji ber ku lîste berdewam tên nûkirin, »tenaqud« dikarin pêk werin, wek ku li jor hatiye behskirin.
Wergera nameya Wezareta Hindir û tevaya lîsteya navan dikarin wek fayleke PDFê de bên daxistin:

 

http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_liste_ku.pdf

Back to top button