CîhanPolîtîk

Vatîkan: Xristiyan piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê û Barzanî dikin

Li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya Vatîkanê, xristiyanên Mûsilê dest bi kampanyayekê kirine bo naskirina serxwebûna Kurdistanê bi awayekî fermî.
Ajansa Fermî ya Vatîkanê (Fides) amaje bi wê yekê dike ku xristiyanên kild û siryanî û herwiha xristiyanên ku ji Sûriyê ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û niha li Dihokê ne li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne û piştgiriyê li serxwebûna
 Kurdistanê dikin.
Xristiyan jibilî piştgiriya li serxwebûna Kurdistanê piştevaniyê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge, herwiha daxwaza rizgarkirina navçeyên xwe ji destê DAIŞê, da ku vegerin ser mal û halê xwe.
Back to top button