Di siyasetê de dema nirxên ehlaqî nemînin, her kes dikare her tiştekî bêje. Herkes dizanekî di qonaxa ku kurd têre derbas dibin. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî doza ragihandina dewletek Kurdistanî dike.Bi minasebeta sed saliya peymana Skys-Picot gelek çalakî hatin li darxistin. Serokê Kurdistanê di peyama xwe ya bi vê minasebetê de vekirî doza dewleta Kurdistanê dike. Doza serxwebûnê dike.Nilufer Koç ji PKKê ye, daxuyaniya wê di rojnama Azadiya Welat de derketiye. Behsa Skys-Picot dike û dibêje: Barzanî Ruhê Skys-Picot zindî dike. Gelo li himber vê koratiya siyasî mirov dikare çi bêje? Ev jin kiye? çîye? xizmetê ji kîre dike?Herkes dizanê ku PKK û hemû heval , hogir ûderdora wê dijê deletek Kurdistanine. Yanî di sed saliya peymana Skys-Picot de wek berdewkê vê peymanê pişgiriya peymanê dike.Kurdistanê dixwazinvê peymanê pûç bikin, lê yeên ku wek sedekî astenga ragihandina dewleta Kurdi re çêdikin bê ku şermê ji xwe bikin, gotina dibêjin.Gotina Koç di derbarê Barzanide ne hevceyê nirxandinekîye. Lê gelo ji bo çi mirov , serxwebûn xwaz li himber vê dezenfarmasyonê bê deng bimînin?
Pêş
04/11/2024
Daxuyaniya yekem a AKP’ê ya derbarê tayînkirina qeyûman de
04/11/2024
Serok Barzanî: PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê vetoya wê li ser ti aliyekî nîne
Balkêş e ?
Close