Cîhan

Unesco piştevaniya xwendina bilinda li Kurdistanê dike

Nûnerê Iraqê li Unesco piştevanî û hevkariya rêxistina xwe ji bo xwendina bilind ya sala nû li Herêma Kurdistanê derbirî û Wezîrê Xwendina Bilinda Herêma Kurdistanê jî ragihand, rêkarên rêxistina Unesco li wezaretê de bi cîh dikin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê, îro Dr Aram Mihemmed Wezîrê Xwendina Bilind û Profesor Dr Mehmûd Şakir Elmula Xelef Nûnerê Herdemiya Hikûmeta Iraqê li rêxistina Unesco civiya.

Xelef rêkarên Wezareta Xwendina Bilind ya ji bo proseya xwendina li dema pejika Koronayê bilind nirxand û piştevanî û hevkariya xwe û rêxistina xwe ji bo plan û stratejiya Wezaretê ya ji bo xwendina sala bû ya li Herêma Kurdistanê derbirî.

Back to top button