Konsolê tirkiye li gel berpirsên Îbrahîm Xelîl civiya

Li 19/08/2020 “Hemîd Elî” Serpereştê Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl û Rêveberiya Komelgehê pêşwaziya Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Enver Gok Serpereştê Komelgeha Xabur ya welatê Tirkiyê û şanda di gel da kirin û civînek hate encamdan.

Di vê civînê de danustandinên bazirganî û rêkarên tendirustiyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê da hatin gotubêj kirin û tekez li ser berdewamî û pêşxistina peywendiyên bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin û çawaniya baştir xwe guncandina di gel rewşa niha ku ji ber virusa Koronayê hatiye pêş gutubêj kirin. Ji aliyê xwe ve rayedarên welatê Tirkiyê jî sozê dan ku ji bo vê mebestê û zêdetir pêşxistina danustandina bazirganî de alîkar bin.

Her wiha konsolê giştî û şanda di gel da û serpereşt û rêveberiya komelgehê serdaneka meydanî ya taqîgeha nû ya Koronayê kirin û civîneke rojnamevaniyê ji bo konsolê giştî yê welatê Tirkiyê li Hewlêrê hate encamdan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: