Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy piştî biryara Rûsya ya ser naskirina serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna ji gel re axifî.
Zelenskiy dîyar kir ku Rûsya bi tevgerên xwe yekîtîya axa Ukrayna û serwerîya wê binpê dike.
Serokê Ukranya dibêje: Rûsya çi bêje jî ewê sînorên navneteweyî yên Ukrayna wek berê bimînin.
Rêberê Ukrayna da zanîn ku ew aştîyê dixwazin û piştgirîyê didin çareserîyeke dîplomatîk.
Zelenskiy got ‘’Em natirsin’’ û bang li hevbendên navneteweyî kir ku piştgirîyeke eşkere û xurt bidin.
Amerîka û welatên Ewrupî biryara Rûsya ya ser naskirina serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna şermezar dikin.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dibêje ku bi vê biryara xwe dawî bo dagirkirina Ukrayna ji xwe re zemînekê çêdike.