PolîtîkRojev

Dê ji % 10 damezêrên partiya me ji nava HDPê bin !

Ayhan Bilgen parlementer û berdevkê HDPê , serokê Şeredariya Qersê yê HDPê yê berê, piştî wezereta navxwe dewsa wî de Kayum tayin kir, hate girtin 8 mehan di girtîgehê de ma. Piştî derket destpê kir HDP rexne kir û ji HDPê veqetiya. Bilgen niha hewldana avakirina partiyek nû dide û ji bo vê yekê jî pêwendî gelek kesên di nava HDPê de jî daniye û rewşa partiyek nû li gel wan jî gotubêj dike.

Ayhan bilgen daxûyaniya dide medyayê û derbarê partiya ku ava bike agahdariya dide. Bilgen dibêje: Emê heta dawîya meha Adara 2022ê damezirandina xwe temam bikin. Piştre emê li herêma bigerin û rêxistinên partiyê çêbikin.

Bilgen beşek din daxûyaniya xwe de dibêje: Em di hemû mercan de hesab dikin ku partiya xwe bighînin hilbijartina.Ji bo vê jî em dikarin li gel partiyek din hevdîtina bikin û bi hevre bikevin hilbijartina.

Li ser pirsekî Bilgen dibêje: Em nabin versiyonek din a HDPê û em li gel gurubekî di nava HDPê de jî tifaqekî nakin û dijitiya HDPê jî nakin. Emê demokrasiyê rêve bibin.

Armanca me ewe ku, em rê li xetimandina demokrasiyê vekin. Eme berê xwe bidin Kurdên ku denga nadin HDPê û eme berê xwe bidin xelkekî ku metirsiya wan ji demokrasiyê jî heyî. Li gel hinek kesayetên di nava HDPê de pêwendiyên me hene. Madem kî HDP ji % 10 denga ji civatê werdigire,eger 100 damezêrên me hebin divê 10 ji wan di nava HDPê de bin.Emê siyasetek sosyal demokrat bi rêva bibin.

Back to top button