Nivîsar

Pêwendiyên Enqere û Hewlêr ber bi başiyê ve diçin

 Pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye cardin ber bi normalizekirinê ve diçin. Wek tê zanîn di dema referanduma Kurdistanê, serokkomarê Tirkiye Erdogan gelek bi tundî li dijê referandumê derket û gelek gotinên ne di rêde gotin. Erdogan stratejiya xwe guhert û berê xwe ji Hewlêr veguhazt û da Bexdayê. Bê guman di vê helwesta Erdogan de dîtina şêwirmendên wî yên li gora berjeweniyên xwe kesayetî rewşa Kurdistana Başûr dinirxînin heye. Lê demekî de Erdogan pêhesiya ku xeletiyê dike.Li himber helwesta Erdogan rayadarên Kurdistanê gelek bi kesayet sekinîn û gotinek xirab ji devê wan derneket. Hat dîtin ku ev helwesta Erdogan bû sedemek di nava Kurdên Bakur de jî li himber Erdogan sariyek peyda bû. Gelek Kurdên ku nêzikî Erdogan yan jî di AKPê de ev nerazîbûna xwe bi awayekî gihandin Erdogan.Bi hinek minasebetên civakî pêwendiyek navbera Erdogan û serokwezîrê Kurdistanê de çêbû. Piştî Erdogan di hilbijartinan de serkeft , serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya wî kir û herweha piştre ji bo heman sedemê û pêwendiyên navbera herdu aliyan re hevdîtinek telefonî di navbera Nêçîrvan Barzani û Erdogan de pêkhat.Senetorê amerikê Lindsey Graham li gel şandekî bilind serdan Tirkiye kir û li gel Erdogan hevdîtinek pêkanî. Her di vê hevdîtinê de pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye jî hatin rojevê. Graham piştî Enqere serdana Hewlêr jî kir û li gel serokwezîrê Nêçîrvan Barzani jî civînek berfireh pêkanî.Serokwezîrê Kurdistanê da xûyakirin ku ewê demek minasib de serdan Tirkiye bike. Bi serdana Nêçîrvan gelek tişt têne guhertin.Piraniya caran pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiye bi awayek hisî û ji rastiyê dûr tê nirxandin. Taybetî dema hesabê PKKê tê, di vê derbarê de dezenfarmasyona dide û şiroveyên ne di cih de dike.Lê di bingehê xwe de PKK li Başûrê Kurdistanê, li gel hukumeta Iraqê hevkariyê dike û şerê PDKê dike. Li Kerkûk û Şingalê li gel Heşda Şeibî hevkarin û bi hevre li deverê cih bûne.Ji aliyek din PKK bi siyaseta xwe ya xelet bi zanebûn Kurdistana başûr têxe di bin tehdîta Tirkiye de û destkeftiyên herêma Kurdistanê têxe di bin xeterê de.Li Başûr her kurdek kêm zêde rewşa PKKê û pêwendiyên PKKê li gel Bexda û aliyên siyasîyên kurd dizanin.Carna hinek kes tenê ji bo dijê PDKê ne nirxandina dikin. Ev yek dibe sedema windabûna rastiyan û destkeftiyên netewî têxe tehlûkê de.Rewş vekirîye û zelale. Yê nexwaze bibîne çavê xwe digre û li himber rastiya kur dibe.Di pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê de berpirsên Kurdistanê tu cara vê yekê li ser hesabê hinek aliyên siyasî li Bakur nakin. Her demî dibêjin: Ji bo destkeftiyên mafê rewa yên kurda, dive kurd bi metodên demokratik û rêya diyalogê xebata xwe bikin.Kurdistana Başûr bawere ku bi şerek bê wate kurd tiştekî destve naynin û ev yek tenê zererê dide kurdên Bakur.5.7.2018Nûçe/Analiz/ N. D. Firat      

Back to top button