Civak

Pêşmerge vedigerê deverên nakok

Hat xûyakirin ku Artêşa Iraq û Heşda Şeibî bi serên xwe nikarin şerê DAÎŞê bikin. Eger hêzên hevpeymanî nebin  rojekî jî Milîsên Şîe û  artêşa Iraqê nikare xaka Iraqê li dijî DAÎŞê biparêzin. Wek tê zanîn ji bilî hêzên hevpeymaniya gelek îranî jî di nava Heşda Şeibî de cih bûne.Lê li Kurdistanê  her demî hêzên Pêşmerge karine li dijê DAÎŞê xaka xwe biparîzin. Cardin ne pişgirî û xweragiriya hêzên pêşmegebûna tu cara nikarîna DAÎŞê ji Musul derîxin.Lê mixabin piştî têkçûna DAÎŞê Artêşa Iraqê, Milisên Şîe , hêzên Îranî û tevlî xayinên 16ê Oktoberê  êrîşê pêşmergeyan kirin û Kerkûk encama xiyanetê ket destê Milêsîn Şîe de, Pêşmergeyên girêdayê PDKê bi qehremaniyek li Pirdê û Sihêla xaka Kurdistanê parastin.Îro gelek deverên nakok di navbera Bexda û Hewlêr de Heşda Şeibî dimîne. Rojane êrîşên DAÎŞ li van deveran zêde dibin. Eşkere bû ku iraq û Milîsên Şîe nikarin ewlehiyê biparêzin.Ji bo van sedeman niha hêzên hevpeymanî li gel pêşmergeya li hevhatin ku, cardin pêşmerge li wan deveran cih bibin. Bê guman cihbûna pêşmerge li van deveran dibe teminatek ji bo parastina jiyana hemwelatiyên kurd jî.Pêşmerge cardin vedigere Kerkûk û ev yek pêşerojê de statuya Kerkûkê cardin diguherine.

Back to top button