CîhanRojev

Twitterê Wezirê navxwe yê Tirkiye asteng kir

Li Stanbulê eve demeke ji bo tayin kirina rektorê Zaningeha Bogaziçi xwendevan û akademisyen xwepêşandana dikin. Xwepêşandan li pêşiya avahiya zaningehê têne kirin. Hinek xwepêşanderan weneyek mezin ê Mekkê anîbûn xwar. Li ser vê yekê 4 kes hatin binçav kirin û 2 ji wan hatin girtin û rêkirin girtîgehê.

Li ser vê bûyerê wezîrê navxwe Suleyman Soylu Twitterek li ser hesabê xwe belav kir. Soylu dibêje: Li Zaningeha Bogazîçî li himber Kabeya Muazam bê rêzî hate kirin. 4 kesên LGBT(Gey) hatin binçav kirin.

Twitterê li Fransa ev Twitter qedexe kir û da xûyakirin ku, li gora qanûnên Fransî kîn û nefret di vê Twitterê de heye û ji bo vê yekê jî hatiye astenk kirin.

Back to top button