Tûşbûyê Koronayê ne li nav wargeha Dareşekran bu
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê ku nîştecihê wargeha Dareşekran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ye, tuşî virusa Koronaya nû buye, lê belê ev tûşbu û pêketî nêzîkî 15 roje bi mebesta karkirinê ji wargehê çûye derve û li vê demê bi tu awayekî serdana wargehê nekiriye û metirsî li ser nîştecihên wargehê tûne.
Li rêkefta 18.04.2020 Ew penaber bi mebesta karkirinê li yek ji kompanyayên Kurdistanê daxwazê li Birêveberiya Wargeha Dareşekran kiriye ku wargehê bi cîh bihêlê û jêre hatiye ragigandin ku di dema karentîneyê da nikare vegerê wargehê.
Piştî 15 rojan bi cîh hiştina wargehê, penaberên tûşbûyê bi virusa Korona bi mebesta vegerana wargehê daxwaznameyek pêşkêşî Birêveberiya Wargeha Dareşekran dike û daxwaz lê tê kirin ku berî biçê nava wargehê divê têsta virusa Korona bike.
Piştî testa virusa Koronayê derdikevê ku ew penaber yek ji hilgirê virusê ye û rêgirî lê hatiye kirin ku neçe nav Wargeha Dareşekran û ji ber wê yekê jî heta niha nîştecihên wargehê metirsiya tûşbûna virusa Korona li ser wan da nîne û qedexeya hatin û çûnê jî heta bi tevahî kontrolkirina virusa Korona berdewam dibê.