
Neteweyên Yekgirtî tekez li wê yekê dike ku Hikumeta Herêma Kurdistanê karekî bêhempa ji bo rûbirûbûna virusa Korona kiriye û daxwaz ji welatiyan jî dike ku pêgirê rêkarên Hikûmetê bin.
Jeanine Hennis- Plasschaert Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî, li civîneke rojnamevaniyê da ragihand, min ji nêzîk ve temaşa karên Hikumeta Herêma Kurdistanê kiriye û karekî gelek baş li rûbirûbûna Koronayê de kirine.
Her wiha balkişand li ser wê yekê jî rûbirûna Korona tenê karê Hikumetê nîne hîç hikumetek bi tenê nikarê rûbirûyê Korona bibê û eve karê hemû take keseke û divê rêkarên tendirustî bi cîh bikin.