Polîtîk

Serdar Roşan: Ronakbîrên Bakûrê Kurdistanê hemû Kemalîstin

Rojnamevan Jîndar Ax, li gel nivîskar Serdar Roşan hevpeyvînek di derbarê Nasyonalîzm û Welatparêzî û Kurdên Bakûr ji bo çi Kemalîstin? saz kiriye ku bi taybetî li van rojan de bûye rojeva Kurd û Kurdistaniyan.

Nivîskar Serdar Roşan dide zanîn ku çepitiya Tirkiye MHP, TKP, CHP, AKP hemû Kemalîstin û nasyonalistin. Her wiha dibêje: Eger millîbûn ewqas xerap be, tu çima dewleta xwe xera nakî? Ala xwe daxe, Sirûda neteweyî nexwîne, Behsa dîroka xwe neke, behsa padîşahên xwe neke, eger tirkan van tiştan kirin, em jî wekî Kurd van tiştan nakin. Hemû tiştên dewletê li ser millîbûnê ye.

Serdar Roşan: Ronakbîrên Bakûrê Kurdistanê hemû Kemalîstin

Her wiha Serdar Roşan li dawiya hevpeyvîna xwe de dibêje zêdetirê Kurdên Bakûr Kemalîstin, belê ez ne niha dibêjim, ji berê de min vê yekê gotiye û bi taybetî ronakbîrên Kurdên Bakûrê Kurdistanê hemû Kemalîstin. ji ber çi Kemalîstin ji ber ku reformên Kemalîstî bi cîh tînin. Eger girîngiyê nedî cilûbergên xwe yên neteweyî, girîngiyê nedî zimanê xwe yê Kurdî û tirkî bipeyvî, eger tu bi rêya heq bî û ji xwe bibêjî Elewî(Ji ber ku Kemalîstan vî navî bikaranî ne) tu Kemalîstî. Eve jî bandora Kemalîzmê ye û li ser hemû Kurdan heye.

https://www.facebook.com/ejindar/videos/10157141953185902/

Back to top button