Polîtîk

Turkmenek li cihê Rizgar Elî dibe serokê civata Kerkûkê

Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rizgar Elî îstîfa kir û biryar e kesekî turkmen wî postî wergire. Herwiha tê gotin ku dê parêzgarê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa jî îstîfa bike.

Di vê derbarê de endama civata parêzgehê Gelawêj Cebarî ji Rûdawê re got: ‘’Serokê civata parêzgeha Kerkûkê bi fermî îstîfa kir, lê hê me deng li ser îstîfaya wî nedaye ka bê qebûlkirin an na, li gor biryareke rêkeftina neteweyên Kerkûkê derbarê dabeşkirina postên îdarî de ku 2007ê hatiye derxistin, guherankarî di postan de tê kirin û divê kesekî turkmen cihê wî bigre.’’

Di civîna îro ya civata parêzgeha Kerkûkê de cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî amade bû. Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rizgar Elî jî destjikarkişandina xwe ragehand û wiha axifî: ‘’Îstîfakirina min rewşeke xwezayî û îdarî ye. Hemû kes jî azad e ji postekî îstîfa bike. Sedema îstîfakirina min jî bi rewşa niha ya İraq û parêzgeha Kerkûkê ve girêdayî ye.’’

Rizgar Elî wiha dirêjî biaxaftina xwe da: ‘’Îstîfaya min ne di jêr hîç guşareke siyasî, hizbî û neteweyî de bûye, lê guherankarî li hemû cihekî tiştekî baş û tendirûst e.’’

Li gor rêkeftineke siyasî ya neteweyên Kerkûkê, di postên îdarî de guherankarî tê kirin û wiha biryar e waliyê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa jî îstîfa bike.
Derheqê îstîfaya parêzgar de Gelawêj Cebarî got: ‘’Axaftineke wiha heye ku waliyê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa jî îstîfa bike, lê heta niha nebûye biryareke fermî, li gor hin zaniyariyan Necmedîn Kerîm ku endamê parlamentoya İraqê û endamekî YNKê ye diçe cihê Ebdulrehman Mistefa.’’

Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rizgar Elî, ku Kurd e û xelkê bajarê Kerkûkê ye piştî 7 salan di wî postî de îro nivîsa destjikarkişandinê pêşkêşî civata parêzgehê kir, lê heta niha deng li ser îstîfaya wî nehatiye dayîn ka were qebûl kirin an na.

Back to top button