Kultur

Serokwezî bexşîna mehane ya dezgehên ragihandinê qut kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bexşîna mehane ya dezgehên ragihandinê yên “hikûmî û nehikûmî” qut kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih, bi fermî daxwaz ji wezareta darayî û aboriya herêma Kurdistanê kir, bexşîna mehane ya bo hemû dezgehên ragihandinê (kovar, rojname, televîzyon û malperên internetê û htd) yên hikûmî û nehikûmî bidin sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê êdî, her cure alîkarî û bexşîna pere bo navendên ragihandinê, bi biryara encumenê wezîran û li gorî yasayên wezareta darayî pêk bê.”

Ev destûra fermî ya serowezîr Salih, di 3ê Adarê de hatiye nivîsandin û îro bo raya giştî hat ragihandin.

Ev jî deqa fermana serokatiya encumena wezîran e.

Bi mebesta jinûverêkxistina xerckirina pereyên giştî, bo mebestên berjewendiya giştî û projeyên xizmetguzariyê, nebûna hîç pabendbûneke yasayî ya hikûmeta herêmê ji bo xerckirina padaştên mehane bo kanalên medyayê, me biryar da ku:

1- Birrîna bexişîna mehane ya kanalên medyayê, yên hikûmî û nehikûmî û bi medyaya hizbî ve jî ji (rojname, govar, televîzyon, malper…), ku ji budceya giştî ji wan re dihate xerckirin.
2- Ji dema weşana vê biryarê de, berpirsyartiya bicîkirina vê fermanê dikeve histûyê wezareta darayî û aboriyê.
3- Hevkarîkirina her kanaleke medyayê bi biryara encumena wezîran tê kirin û li gor merc û rênimaya wezareta darayî û aboriyê ku ji aliyê encumena wezîran ve tê pesendkirin
4- Ev fermana ji dema derçûnê de bicî dibe.

Back to top button