Turkmen û Aşûrî pişgiriya Barzanî dikin

Sekreterê giştîyê Partîya Gelê Turkmen Irfan Kerkûkî yê ku nûnerîtiya turkmenên li bajarê Kerkûkê dike weha da xuyakirin, ku Turkmen beşekî ji xelkên herêma Kurdistanê ne.
Irfan Kerkûkî got, ku Turkmen daxwaza serokê herêma Kurdistanê dipejirînin û dîyarkirina çarenivîs ji mafê kurd dibînin û got, ku kurd li welatê xwe xwedî hemû binemayên xwe yên neteweyî ne. Herweha kurd li welatê xwe xwedî taybetmendiyên xwe yên cografî û dîrokîne, û ji ber vê yekê jî, ji mafê kurd e, ku ew çarenivîsa xwe bi xwe dîyar bikin û ew di vê derbarê de, wek hemû gelên dinên cîhanê ne.
Endamê Bizava Aşûrî Salim Toma jî da xuyakirin, ku gelê kurd jî wek hemû gelên dinên cîhanê ye û ji mafê wî ye, ku ew bi xwe çarenivîsa xwe dîyar bike û ayindeyê (paşeroja) xwe destnîşan bike.
Salim Toma got, ku hemû qanûnên cîhanê vî mafî didin gelê kurd û got, ku ew jî li ser binemayên van qanûnên navdewletî, piştevanîya bêjedana serokê herêma Kurdistanê ya di derbarê mafê çarenivîsîyê de dikin.