Nêçîrvan Barzanî di dîdareka xwe ya rojnamevanî de doh da xuyakirin ku ne razîbûna hinek aliyan ji gotara serokê Kurdistanê balkêş dibîne..
Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî got: Ji mafê kurd e ku daxwaza mafê çarenivîsîyê bike. Ev daxwaza han di kongireya berî niha ya PDK-ê jî de hat kirin. Ev daxwaza han ne daxwazeka nû ye. Ev mafekî suriştîyê kurd e û me piştî sala 2003 di Iraqa nû de biryar da, ku ev mafê han ji kurd re hebe û em dê her di nav Iraqê jî de bin.
Nêçîrvan Barzanî weha jî got: Serokatiya tevgera kurd ev dirûşmê bilind kirine û me di nav palementoya herêma kurdistanê jî de daxwaz kir, ku ev mafê han di çarçoweyê Iraqê de ji kurd re hebe. Em niha jî rola kurd û bi taybetî rola serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di vê derbarê de girîng dibînin.
Nêçîrvan Barzanî: Ez weha bawer dikim, ku kurd biryar daye mafê xwe yê çarenivîsîyê di çarçêweyê Iraqa yekparçe, federal û demokratîk de bi dest ve bîne. Di nav kongireya 13-ê ya PDK de jî, her alaya Iraqê li tenişta alaya Kurdistanê daçikandî bûye û sirûdê kurdî û sirûdê Iraqê bi hevdu re hatin pêşkêşkirin.
Cîgirê serokê PDK-ê: Ya giring ewe, ku heger serokê herêma Kurdistanê bixwaze serxwebûna kurdistanê rabigihîne, ew dê gelek zelal, e¨kere û bê dudilî rabigihîne. Belê mebesta serokê herêma Kurdistanê ew e, ku mafê çarenivîsîyê di çarçêweyê Iraqeka yekparçe, federal û demokrat de, mafekî suriştîyê kurd e.
Di derbarê pêşinyarên serokê Kurdistanê de yên ji bo hukûmeta Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî got: Dema ku gotinên serokê Kurdistanê ji kurdî dibin erebî yan inglîzî, her alîyek bi şêweyekî cuda şirove dike. Ev kongreya PDK-ê yekem kongreya piştî herifandina rejîma berê ya Iraqê ye û ev dide xuyakirin, ku şêweyê xebata PDK-ê jî hatiye guhertin.
Nêçîrvan Barzanî got: Me berê bi nehênî û veşartî dirûşme bilind dikirin û me şerê çekdarî dikir. Belê niha û piştî vê kongireyê, dê guhertin çê bibin û dê PDK bibe partîyeka sivîl. Ez dubare dikim, ku gotarên serokê herêma Kurdistanê ji alîyê hinek kesan ve bi şaşî têne şirovekirin. Em dixwazin di çarçoweya Iraqeka yekparçe, federal û demokratîk de xwedîyên mafê xwe yên çarenivîsîyê bin.
Di derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: Ez dubare dikim, ku ji mafê me ye em çarenivîsa xwe dîyar bikin. Heger em biryara serxwebûnê û cudabûna ji Iraqê jî bidin, em dê vê biryarê bi eşker bidin û ragihînin. Belê me ti biryarên weha nedaye.