Civak

Li Erziromê li hemberê xwendekarên Kurd êrîşên nijadperest

Li navçeya Erziromê Îspîrê 25 xwendekarên Kurd ji ber êrîşên nijadperestên Tirk neçar man û terkî navçeyê kirin. Xwendekarên Kurd di bin kontrola polêsên tirk de ji navçeyê terk kirin û nikarin vegerin zanîngehê.

Li gor agahiyên ku hatine bidest xistin li navçeya Erziromê Îspîrê, xwendekarê  Dibistana Berz ya Hamza Polatê bi navê Veysî Bîçer di 11ê Berfanbarê de dema ku ji nexweşxanyê derket êrîşê nijadperestan ra rû bi rû ma. Veysî Bîçer di dema êrîşê de brîndar dibe û ji navçeyê terk dike. Duh şev jî grûbekî nijadperest êrîş birin li ser xaniyên xwendekarên Kurd.

Di dema êrîşê de pevçûnekî derdikeve û ji nijadperestan 2 kes brîndar dibin. Piştî bûyerê 25 Xwendekarên Kurd di bin kontrola polêsan de tên Gerînendeyê Ewlakariyê û heta sibehê li vir dimînin û ji vir ji navenda Erziromê re hatin şandin.

Xwendekarên Kurd a niha li Erziromê li mala hevalên xwe dimînin.

Back to top button