Polîtîk

Turk: Hêza me têra sekinandina şer nake

Serokê DTP-ê yê berê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, di derbarê rojeva siyasî ya Tirkiye û pirsa PKK-ê de, hinek dîtinên xwe ji rojnemevann re gotin. Turk di derbarê vekirina demokratî de got ku, me serokwezîr re hevdîtinek pêkanîbû. Lê piştre prosesa vekirina demokratîk gelek hêdî rê çû û vê dawiyê bi temamî sekinî. Serokwezîr guh neda pêşniyarên me.

Li ser çareseriya pirsa kurd Turk got ku, şer û çek tiştekî çareser nake. Tekoşîna me ne tenê ji bo kurdane,ji bo azadiya Tirkane jî. Demokrasî cih bibe wê azadî ji bo herkesekî be.
Eger bê ku zererek bide yekitiya Tirkiye, mafê kurdan yên meşru bêne dayîn, hinge pêwistiya PKK-ê namîne.

Turk di daxûyaniya xwe de got ku, pirsa PKK-ê, ne di destê me de ye. Em dixwazin ev pirs çareser bibe.Çek destê PKK-ê de ye, ne di destê siyasetmedaran de ye.Em ji bo çareseriyê tu edresên din nîşan nadin, tenê vekirî dibêjim hêza me têrê nake.

Back to top button