Civak

Turk dixwaze çi bêje

Serokê KCDê Ahmet Turk li ser pirsa hinek rojnemevanan di derbarê serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ya Diyarbekirê daxuyaniyek da. Turk daxuyaniya xwe de got: Birêz Barzanê kesayete ku kurd qîmetê didinê.Me ji berî niha birêz Barzanî vexwandibû Diyarbekirê. Diviya dema Barzanê werê Diyarbekirê ji berî her tiştekî serdana xelkê Diyarbekirê, serdana şeredariyê û partiya bira bikira.Me ev hêvî dikira.Lê pêknehat.

Berdewamiya axavtina xwe de Turk got:Armanca me ne we ku em gotubêjê li ser birêz Barzanî bikin. Lê peyamên Barzanî piştî serdana Diyarbekirê bide girîngin. Adara lipêşiya me cardin Kurd Newrozê pîroz dikin  dixwazin Barzanî jî di nava xwe de bibînin. Peyamên bide ,dê me behtir berbi encamekî ve bibe. Bê guman divê  hêviyên gelê kurd baş bixwîne.Peyama ku bide gelê kurd gelekî girîng e.Hinekan ji bi hilbijartina li pêşiya me mimkine ku Barzanî vexwandibe Diyarbekir. Gel li ser vê ihtimalê disekine .Lê ez hêvî dikim birêz Barzanî di vê zanebûnêde be.

Bê guman hatina serokê Kurdistanê ya Diyarbekirê gelekî girîng e. Serokê Kurdistanê bi vexwandina serokwezîrê Tirkiye serdana Diyarbekirê dike. Ji bilî siyaseta ku Turk temsîl dike Kurdên din jî hene û dê ew wek kurd pêşwaziya serokê Kurdistanê bikin. Serdan Barzanî bi awayek fermî destkevtiyek ji bo Kurdane.Medya li ser PKKê ve vê daxuyaniya Turk wek “Turk bala Barzanî kişand“ nirxand.

 

 

 

Back to top button