Kultur

Agirê Sînema Amûdê

 
 PÊŞBERIYA ÇÎROKÊ

 Dema min dît ko çîroka Agirê Sînema amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên di welatê me de çêbûn tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
   Her wekî ko bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.
   Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavên zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanê biyanî, bi camêrî û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivîsandî bimîne. ………

Birayan! Du tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê:

   1- Tiştên ko me di serê pêşberiyê de gotî: Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe.

   2- Roja dawî piştî şewata sînemê ko çûme Amûdê, li wê, li ber deriyê belediyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstir û fermîskan weke du pileyan sor bûbûn. Ji min re got:
   “Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivîsandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e?”.
   Tenê ez hinekî sekinîm û di bersiva xwe de min got: Da ez binêr im ezbenî.

   Dema vegeriyam malê li Qamişlo, wê şevê ez li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsiyar kir û got:
   Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Dawî min xwe bivê nevê kir û xwest ko çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Ger çi wê li cem nezan û dijminan bê nirx be, ji ber ko dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin.
  Birayan Ev tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê…..

   Paşê min got: Gereke li gor zanîn û dîtina xwe çend rûpelan pê reş bikim û wê reşbeleka biçûk  bi navê “Agirê Sînema Amûdê” pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşinas bikim.

   Hêvîdar im ji wan ko bi çavên biratî  û dilpakî lê binêrin, ne bi çavên meznahî û neyariyê. Û ji kerema xwe kêmahîyên wê jî bi xameya dilovaniyê dirist bikin. Çiko ez ne ji wan nivîsevanên xuyayî me, xwediyê xameya namîdar im.

   Xwîşk û birayan! Tiştê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyan ên bawerpê bihîstine. Çiko çar rojan li pey hev diçûme Amûdê û êvarî dihatim mal li Qamişlo.

   Min pêşberiya çîrokê hinekî dirêj kir hêvî dikim hûn li min negrin, çiko xameya min hinek serî ji min sitandiye, bê gem û hevsar xwe daye pêş.
   Paşiyê yên mayî serê we ji me re sax be û dem û çaxên we bi xwşî û şadî û bextiyarî bin.
   Bi azadî û kamîranî bijîn xwîşk û birayan.
  Namî  

 

 Samî Ehmed Namî        

Back to top button