PolîtîkRojev

Turk: Bahçelî piştî kongreya PKK’ê telefonî min kir

Pêvajoya “avakirina Tirkiyeyek bê teror” ku bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçeli dest pê kir, gihîştiye qonaxên xwe yên dawî. Piştî banga serokê PKKê Abdullah Öcalan a ji bo danîna çekan, PKKê daxûyakirin ku wan kongreya xwe di 5-7ê Gulanê de lidarxistiye.

Daxuyaniya Yekem a PKKê
Di daxuyaniya xwe ya derbarê kongreyê de, PKKê diyar kir ku biryarên ku hatine girtin dê ji raya giştî re werin ragihandin; “Agahdarî û belgeyên berfireh ên derbarê encamên kongreya 12-an a PKK-ê û biryarên hatine girtin, dê di demek kurt de piştî ku encamên li du deverên cuda werin berhevkirin, bi raya giştî re werin parvekirin.”


Ji aliyekî din ve, kongreya PKKê bûye yek ji mijarên sereke yên rojeva siyasî. Endamê Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Ahmet Turk di weşana zindî ya TV100ê de derbarê lidarxistina kongreya PKKê de daxuyanî da.

Turk got, “Li Tirkiyeyê pêdivî bi aştiya civakî hebû, îro, ji ber ku em dibînin ku aştî neçar e û hemû gelê me dê li Tirkiyeyeke demokratîk bextewar be, me hin destpêşxerî kirin û hin xebat pêk anîn. Û îro, encamek baş derket holê. Li Îrlandayê, dema ku aştî pêk hat, jê re gotin ‘Îniya Pîroz’. Îro jî Îniya Pîroz e. Werin em biryara îro wekî ‘Îniya Pîroz’ bi nav bikin.”

“Bê guman, girîng e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û biryarek erênî bide. Lê erkên me jî hene. Divê îro gavên ku ji bo Tirkiyeyek demokratîk werin avêtin, di meclîsê de werin rojevê. Bê guman, em ne tenê wekî ‘pirsgirêka Kurd’ li vir in, Tirkiye pêdiviya wê bi pêşerojek demokratîk heye. Ez bawer dikim ku em ê hemû di welatekî demokratîk de bextewar bin. Ez dixwazim ku ev pêvajo sûdmend


Rola herî mezin a Devlet Bahçelî ye. Vekirina vî derî û bangewaziya bo Tirkiyeyê rîskek girîng bû. Lê wî ev berpirsiyarî girt ser milê xwe, ji ber ku li ser pêşeroja Tirkiyeyê difikirî. Îro em dibînin ku rîska ku wî girtî, beşdarîyeke girîng di pêkhatina aştiyeke birûmet de kir.

“ÎRO BIRÊZ BAHÇELÎ GAZÎ MIN KIR”
Birêz Bahçelî îro li gel min axivî û got ” bila ev pêvajo li ser xêrê be” Wî pîrozbahî li me kir. Ez jî pîrozbahiyê li Birêz Devlet Bahçelî dikim û rêz û hurmeteke mezin ji bo hewldanên wî digirim.”

Back to top button