PolîtîkRojev

Turhallı: Kerkûk di bin dagîrkerîya Îranê de ye

Yek ji sedemên sereke yên vê aloziyê ew e ku di hilbijartinên meha Kanûnê de Kurd serdestîya hijmarî bi dest bixin. Ev yek jî teqez tê dîtin û eger wisa bibe wê parêzgarê Kerkûkê ji piranîya dengan bê destnîşankirin

 

Rojnameger Rûken Turhalli, ku li Hewlêrê dijî, difikire ku piştî sala 2017an li Kerkûkê aramî nemaye û mekanîzma dewletê li bajêr naxebite. 

Turhalli, ji BBC re axivî û di derbarê bûyer û nakokîyên Kerkûkê de dîtina xwe anî zimên.

Turhalli dibêje ku “di bûyerên vê dawîyê yên Kerkûkê de rola Îranê mezin e. Îran dixwaze bi rêya Heşda Şeibî li Iraq û Sûrîyê serdestîyek hertimî pêk bîne û naxwaze vê hêzê ji dest bide”. 

Rûken Turhalli bi berdewamî got: “Kerkûk di bin dagîrkerîya Îranê de ye û bi awayekî fermî ji alîyê Îranê ve hatiye dagîrkirin. Her çiqasî wek ku artêşa Iraqê serwerîya bajêr dike bixuye jî, di rastîyê de ev yek ne rast e. Tirkmen û Heşd El Şebî Şîa, bi gotinek din li Kerkûkê li şûna dewletê hêzên paramîlîter dest bi serwerîyê kirine”.

 Turhalli dibêje: “Yek ji sedemên sereke yên vê aloziyê ew e ku di hilbijartinên meha Kanûnê de Kurd serdestîya hijmarî bi dest bixin. Ev yek jî teqez tê dîtin û eger wisa bibe wê parêzgarê Kerkûkê ji piranîya dengan bê destnîşankirin”.

Back to top button