CivakRojev

Divê Tirkmen nebin amûrên nakokîyên li Kerkûkê

 

Ji parlamenterên Tirkmen ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê Muhammed Îlhanli di derbarê bûyerên Kerkûkê de axivî û got ku pir xirab e ku Tirkmen ji bo vê yekê bên bikaranîn. 

Li gor Serokê Partîya Geşepêdana Tirkmenî Muhammed Îlhanli, di danûstandinên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku rê li ber hebûna partîya defakto li bajêr bê vekirin, ji ber ku Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê gelek deng bidest xistiye.

 Îlhanli got: “Ev biryar gav bi gav hat tetbîqkirin û veguheztina avahîyê jî yek ji van gavan e”.

 Îlhanli, amaje bi wê yekê kir ku Ereb û çekdarên Heşda Şeibî berî hilbijartinan dixwestin bûyeran wek malzemeya propagandayê bi kar bînin û bi zanebûn bûyeran bidomînin û wiha got: “Hinek Tirkmen jî di bûyeran de amûr in. Nêrînek wisa çêbû ku tirkmenên Kerkûkê jî li dijî vê yekê ne. Mijara dayîna avahîya navendî ya PDK mijarek di navbera hikûmet, hêza leşkerî û PDKde ye. Dadgeha federal jî biryar rawestand. Nebaş e ku Tirkmenan di vê rewşê de wek amûrekê bi kar bînin. Divê di nakokîyên her du alîyan de Tirkmen nebin amûrek”.

 

Back to top button