Wezîrek û 5 cîgir nûnertîya Tirkmenan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Çavkanîyên Tirkmen dibêjin ku di bûyerên Kerkûkê de ti pevçûnek derneketiye. Piştî ku çekdarên Heşda Şeibî gule li xwepêşanderan reşandine, alozî zêdetir bûye.
Wezîrê Herêman yê Herêma Kurdistanê Aydin Maruf ji BBC re axivî û got: “Ji bo Kerkûkê aştî û îradeya hevpar gelekî girîng e”. Wezîrê Tirkmen Aydin Maruf, ji ber ku geşedanên dawî yên li Kerkûkê wek nakokîya di navbera pêkhateyên etnîkî de tên nîşandan nerehet e.
Maruf, Kerkûka ku tê de komên Kurd, Ereb, Tirk û Xiristiyan bi hev re dijîn wek “modelek biçûk a Iraqê” bi nav kir. Li gor wî êrîşa ku wê bandorê li her aliyekî bajêr bike, potansiyela wê heye ku li seranserê Iraqê belav bibe.
Maruf banga aqilê hevpar ji hemû aliyên Kerkûkê re kir û got: “Li gor Destûra Bingehîn a Iraqê, her komek Kurd, Tirkmen, Şîe, Sunnî û Ereb dikarin li her bajarekî Iraqê partîyên siyasî ava bikin û ofîsên xwe vekin. PDK jî di nav de ye. Lê belê vê bûyerê Kerkûk hîn bêhtir siyasî kir. Siyasîbûna zêdetir jî bûye sedem ku bandorek neyînî li ser gelê Kerkûkê bike”.
Maruf di dawîyê de got: “Ji bo Kerkûkê aştî û îradeya hevpar gelekî girîng e. Ji bo vê jî divê biratîya Tirkmen, Kurd, Ereb û Xiristiyanan li Kerkûkê di ser her tiştî re be”.