Li Dihokê li dijî neşandina mafên darayî û şehîdkirina 4 ciwanên Kurd xwepêşandan tên lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên parêzgeha Duhokê îro Sêşemê li dijî neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û şehîdkirina 4 xortên Kurd li Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve xwepêşandan kirin.
Herwiha daxwaz ji hikûmeta federal kirin ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bişîne.
Xwepêşanderan her wiha gotin: Dilê me bi Kerkûkê re ye û gelê Kurd li hember siyaseta birçîbûnê serî natewîne.
Parêzgarê Duhokê hevxemiya xwe ji xelkê Kerkûkê re xwest û got, çend aliyên Bexdayê rê nadin rêkeftin bên cîbicîkirin.