Polîtîk

Tu wek serokwezîr

 

Rojnamevan Rifet Serdaroglu di nivîseke xwe de ku di malpera Pendiksonsoz  de weşandiye, gazinda ji serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan dike û û dibêje:

Eger tu weke serokwezîr xala 42 a destûrê bin pê nikî, hinge hindek kes jê dê bên li bajarê Diyarbekirê ki bajarekê tirkî ye, konfrensa zimanê kurdî saz bikin.

Eger tu weke serokwezîr digel Barzanî sazê lê bidî û strana bêjî, Barzanî jî dê bê li nav axa Tikriyeyê alaya xwe biçiklîne.

Eger tu weke serokwezîr bêjî damezrênerêb Tirkiyeyê ji komkujiya Dêrsimê û hevwelatiyan berpirsin, hinge dê hindek kesên din jî bêne nav welatê te û li jêr alayê PKKê de merasima bîranîna mela Mistefa Barzanî û şêx Seîdê Pîran saz bikin.

Eger tu weke serokwezîrê bêjî sazkirina merasimên fermî bo pîrozkirina cejnên netweî pêwîst nakin, hinge dê hindek kesên din lin nav axa Tirkiyeyê li şûna siruda niştimaniya tirkî, siruda niştimaniya PKKê û Barzanî bêjin.

Rojnamevan ji serokwezîrê dipirse:

Pirsa min ji Erdogan eve; Gelo Barzanî dostê te yê derece yekem e, ew rê dide ku li bakurê Îraqê tirkmen konfrenseke tirkî saz bikin û alaya tirkî û wêneyê Ataturk bilind bikin û siruda niştimanî a tirkî bêjin?

 

Back to top button