Polîtîk

Bîranîna Barzanî û konfrensa ziman Tirkiye hejand

SON SAYFA

Rojnamevan IrfanSonmez ji malpera SON SAYFA re dinivîse û dibêje ku,  çend roj berê li Diyarbekirê konfrenesek hat saz kirin:

hezar şahid pêwîstin ji bona ku mirov bizane ew konfrens li nav axa Tirkiyeyê yan devey Tirkiyeyê hatiye saz kirin. Çunkî ne alayê Tirkiyeyê û ne jî siruda niştimaniya tirkî di wê konfrensê de diayr nebûn. Li cîyê wan alayê Barzanî hat bilind kirin û siruda desthilatdaruya bakurê Îraqê hat gotin.

Ala û siruda niştimanî dembolên welatekî serbixwe ne û tu welatan du ala û du sirud nînin. Lê mixabin, li Tirkiyeyê du ala û du sirudên niştimanî hene.

Tirkiye bi nave demokrasiyê ber bi parçebûnê dice, dive em hişiyar bibin.

MALATYA GUNCEL

Elî Ekber berprisê rêxistina hizra Ataturk li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de bi vî awayî ji malpera  MALATYA GUNCEL behsa konfrensa zimanê kurdî li Diyarbekirê dike:

Li Diyarbekirê konfrensa ziman hat saz kiirn û li şûna alayê Tirkiyeyê alayê fermî yê desthilatdariya kurdî li bakurê Îraqê hat bilind kirin û li şûne siruda niştimaniya Tirkiyeyê siruda niştimnaiya desthilatdariya bakurê hat gotin.

Bilindkirina alayê Barzanî li şûna alayê Tirkiyeyê binpêkirina xala 3ê û 174 a desstûra Tirkiyeyê ye. Herwesa xala 14ê a destûrê û xala 300 û 302 ya yasayê cezayan e. divê mehkeme li hember wan binpêkirina wezîfeya xwe eda bike û helwest werbigire. 

Ev karên neqanûnî li ber çavaên waliyê Diyarbekirê, dozgerê giştî yê komara Tirkiyeyê û berpirsê asayîşa giştî Diyarbekirê tên saz kirin. Em daxaz dikin ku dozgerê giştî erka xwe bi çî bike û rê nedin qanûn bê binpêkirin.

Back to top button