Civak

Tu pêwendiya biryara girtina Newşîrwan Mistefa PDKê ve tuneye

Rêvebereke PDKê amaje bi vê yekê dike ku, fermana girtina serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa tu peyvendiya xwe bi PDKê ve tûne ye, lê divê serokê giştî yê Tevgera Gorran rêz li yasa bigre û biçe pêş yasa. Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Daxwaza dadgeha lêkolîna Hewlêrê, tu peyvendiyeke xwe bi PDKê ve tûne ye, ji ber ev pirseke ewlehiyê ye û peyvendî bi asayîşa netewî ve heye, hikûmet û dadgeh di vê babetê ve peyvendîdar in.’’ Herwaha diyar kir: ‘’Newşîrwan Mistefa wa çend rojeke behsa serxwebûna yasa û dadgehand dike. Ji ber vê divê biçe pêş dadgehê û hemû dosyayên li dijî wî heye û belgeyên ku heyî li ser xwe paqij bike. Heger baweriya wî ji gotinên xwe heye bila biçe pêş serweriya yasa û biçe pêş dadgehê xwe biparêze.’’ Berî naha rêvebera Gorran Behar Mehmûd ji BasNewsê re aşkera kir, dadgeh bi fermana PDKê dosyayan tevdigerînin. Piştî vê daxuyaniyê jî rêveberê PDKê Aras Heso Mîrxan ev daxuyaniye bi rêya BasNewsê ragehand. 

Back to top button