Cîhan

Seroka parlamentoyê: Gazprom bi biryara hikûmeta rusî li Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Rusiyayê de, roja înî 17.06.2016ê li bajarê Sankt-Petersborgê digel Valantîna Matvêyênko seroka parlamentoya federaliya Rusiyayê civiya.Di civînê de, Matvêyênko li hember dîdra bi serokwezîrê Kurdistanê re û beşdariya şandeya Kurdistanê di Foruma aboriya cîhanî li Sankt-Petersborgê de, kêfxeşya xwe nîşan da û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û alîkariyên hikûmeta Rusiyayê bo Kurdistanê kir. Wê behsa têkeliyên dêrînên navbera gelê Rusiya û Kurdistanê de kir û tekîd li ser xurtkirina wan têkeliyan, bi taybetî di ware enerjiyê de, kir.Seroka parlamentoya Rusiyayê got ku, piştî serdana Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bo Rusiyayê di sala 2013ê de, têkeliyên her du aliyan ketin di qoanaxeke nû de û hêvî kir ku, serdana şandeyên her du aliyan zêdetir bibin û ji bona vê yekê konsulxaneya Rusiyayê li Hewlêrê weke pira têkeliyan, têkeliyên her du aliyan zêdetir xurt bike. Wê eşkere kir ku karkirina kompaniya Gazprom li Herêma Kurdistanê bi piştgiriya biryara siyasiya Rusiyayê bû û her çiqas rewşa Rojhilata Navîn ne arame jî, lê ew kompanî li ser karê xwe berdewame û tê çaverêkirina karên xwe berfirehtir bike.Matvêyênko di axavtina xwe de hevsoziya Rusiyayê bo gelê Kurdistanê û doza rewaya wê û ew derdeseriyên bi ser gelê Kurdistanê de hatine nîşan da û behsa rola berbiçava Nêçîrvan Barzanî kir û ragehnad ku paşeroja Kurdistanê di destek emîn de ye.Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya gerêma di yekem serdana wî ya bo Rusiyayê de lê hatiye kirin kir û got ku xalên hevbeşên navbera Rusiya û Kurdistanê gelek in û dikare her du alî mifay jê werbigirin û berfirehtir jî bikin, herêma Kurdistanê nuha û di paşerojê jî de giringiyeke mezin bi cî û rola Rusiya bidin.Serokwezî sipasiya mana kompaniya Gazprom kir ku, di rewşa dijwara Herêma Kurdistanê de li ser karê xwe berdewam e û diyar kir ku digel berpirsên hikûmeta rusî û berpirsên Gazprom behsa berfirehtirkirina karê wê kompaniyê li Herêma Kurdistanê kiriye û daxwaz kir ku xeta asîmaniya dîrekt di navbera Hewlêr û Moskovayê vebe daku hevwelatî, bazirgan û besnesmanên her du aliyan mifay jê werbigirin. Herêma Kurdistanê herêmeke biîstîqrar e û Rusiya dikare ji bilî warê enerjiyê di warê çandiniyê de jî hevkariya Herêma Kurdistanê bike.Serokwezîrê Kurdistanê û seroka Senata Rusiyayê di civîna xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê, pêşhatên dawiyê yê şerê dijî DAÎŞê, kirîza êkonomî, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û helwesta Kurdistanê diyar kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi danûstandin û diyalogê çareser bike, Herêma Kurdistanê berê jî gelek hewildaye Îraq welatek aram be û Herêma Kurdistanê faktora îstîqrarê bûye li deverê, têkeliyên baş û dostane digel welatên cîran hene, di azadkirina Mûsilê de jî, hikûmeta Herêma Kuridstanê amadeyîya xwe nîşan daye pêşmergeyê Krdistanê di operasiyona Mûsilê de beşdar be û hemû koçberên destê terorê vegerin ser mal û mike xwe û deverên wan bên parastin.

Back to top button