Nivîsar

Tu li dijê referandumê yî? Yan Na? rêya sêyem tuneye

Tu li dijê referanduma serxwebûnê yî? Yan Na? rêya sêyem tuneye..Dijitî û pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê di nava kurdan de bûye pîvanek ya siyasetê. Heta radeyekî mirov dikare bêje pîvanek ya niştimanperweriya kurdaye jî.Gelek parti, aliyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên di civakê de bi bandor ji dilek welatparêzî pişgiriya referanduma serxwebûnê dikin û ji bo ev yek serbikeve hewl didin.Hinek alî ne bi dilê xwebin jî , lê bi bandora raya giştî pişgiriyê didin referanduma Kurdistanê .Di nav kurdan de hinek ali jî li dijê referandumê ne û ji wê jî wêdetir li dijê serxwebûna Kurdistanê ne.Niha eşkere PKK di daxûyaniyên xwe de ji devê berpirsên xwe, dijitiya serxwebûna Kurdistanê dike û li gora xwe hinek sedeman didin kifşkirin. Ji aliyek din li Kurdistana Başûr rêxistina girêdayê PKKê bi daxûyaniyekî eşkere kirin ku, ewê di referandumê de ji bo NA kar bikin.Mimkine gelek kes bêjin ku medemkî ev referandume û di babetekî de pirsa xwe ji xelkê dike, mafê herkesekiye bêje ERÊ yan jî NA. Niha li vê derê xalek gelek girîng heye. Ev referanduma çarenûsê gelekiye. Dema mirovek kurd bêje NA, ew li dijê mafê rewa yê gelê xwe derdikeve.Ev helwest dikare xelkekî ber bi xiyanetê ve bibe. Başe ew aliyên kurd ku li dijê kurda şer dikin û li gel dewletên dagirker helwestê digrin ji bo çi wek cehş têne navkirin.?  Gelo mirov dikare bêje ew mafê xwe yê demokratik bi kar tînin? Tu ferqek di vê konaxa serxwebûnê de , di navbera van herdu aliyan de tuneye.Mirov naxwaze behsa sedemên ku PKK li dijê referandumê dide xûyakirin bike. Ji ber ku pûçin.Bala xwe bidinê ji berpirsên PKKê Duran Kalkan di derbarê referanduma serxwebûnê de dibêje : “Kî biryara vê referandûmê dide? Sîstemeke referandûmê û demokrasiyeke kar dike, nîne. Rêveberiyekê ev biryar daye lê ka ew rêveberî desthilatê ji kê werdigire? Ma civaka Kurd ev biryar pesend kiriye? Li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê siyaseta demokratîk ve hatiye erêkirin? Ma Kongreya Neteweyî hatiye avakirin? Kî biryara vê referandûmê dide? Dibêjin ‘ez ê bikim’,  xuya ye ku ev jî karê propagandayeke teng e. Vêca zihniyet ev be ka dê nirxandin çewebin.Ji aliyekî ve helwesta PKKê kifşe û zelale. Lê li vê derê du babetên biçek zîz hene. Yekem helwesta HDPê ye. Parlementerê HDPê Osman Baydemir di axavtinek ya xwe di gurba HDPê ya parlementoyê de da xûyakirin ku, ew pişgiriya referanduma serxwebûnê dikin.Herweha gelek caran hinek parlementerên HDPê ev helwesta xwe di medyayê de dane xûyakirin. Bê guman ev helwest cihê dilxweşiyê ye. Lê gelo HDP heta çi radeyê helwesta PKKê rast yan jî çewt dibîne? Pirsgirêk di vê derê de ye. Ji aliyek din dê HDP bikaribe di dawiyê ne wek PKKê bibe xwedî helwest? Hêvî ewe ku HDP bi hestên kurdeyatî biryara xwe de berdewam be, bê merc pişgiriya referanduma serxwebûnê bikin.Duyem gelek kesayet, nivîskar ku gelek cara pişgiriya siyaseta PKKê dikin, lê xwe wek hevalbendên PKKê qebûl nakin, di vê derbarê de zêde dengê wan dernakeve.  Yan jî dema PKK di rêya referandumê de astenga peyda dike bê deng dimînin.Gelek vekirî di pêvajoya referanduma serxwebûnê de du alî hene. Aliyek dixwaze kurd jî wek her miletekî bibin dewlet. Vê yekê demana jiyanek azad di Kurdistanê de dibînin.Aliyek din ji bo kurda dewletê pêwist nabine û dijê dewletbûna Kurdistanê derdikevin.Her kurdek mecbûre di nava van herdu aliyan de tercihekî bike.22.08.2017Dara Bilek   

Back to top button