Polîtîk

Barzani: Referandum biryara hemû gelê Kurdistanê ye

Roja sêşem 22.08.2017 li bajarê Hewlêrê,  Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel hejmarek ji Pêşmergeyên dêrîn û kesayetiyê civakî û olî û bazirganên bajarê Hewlêrê civiya û gotarekî pêşkêş kir.Di destpêka gotarê da Serokê Herêma Kurdistanê behsa ceribandina hemû rêyên li gel Bexda kir, balkişand li ser wê yekê ku me hemû rêyek ceribandiye, lamerkeziyet û otonomî û federalî, encama wê jî îhmal kirina gelê Kurdistanê bûye. Ji bo wê yekê hîç rêyek nemaye Kurd peyrew neke, beşa me her karesat û zulm û enfal û kîmyabaran û ruxandina gundên me bûye û behsa wan karesatan jî kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye û li sala 1982 da 12 hezar gencên Feylî hatin bêseruşûn kirin û piştî rûxana rejîma Be’es derket li sînorê di navbera Iraq û Suriye çekên kîmyawî li ser wan hatiye ceribandin, balkişand li ser 182 hezar enfalkirî û 8 hezar enfalkiriyên Barzaniyan û kîmyabarankirina çend navçeyeke Kurdistanê û bi taybetî Helebçeyê Şehîd ku 500 hezar hemwelatiyên sîvîl bi çend çirkeyek de hatin şehîd kirin.Serok Barzanî behsa rewşt û ehlaqa bilind û ruhê lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê dane xuyakirin ku mîlletekî rewşt bilind û lêborînî ne, li raperîna bihara sala 1991 da, dû feyleqên artêşa wê demê ya Iraqê ketin destê xelkê Kurdistanê, lê belê bi emanet ve wan vegerandin, ew dû feyleqê ji wan hêzan bûn destê wan bi xwîna Kurd sor bû, lê belê rewşta bilinda mîlletê me rê neda bi tawan bersîva tawankaran bide û paşê jî çûyîn Bexda ji bo guftûgoyê, lê belê mixabin, me hîç hêviyek li eqliyeta desthilatdarên Bexda nedît, piştî 2003 ê ve, Herêma Kurdistanê bi niyeta şeraketekî rasteqîne li Iraqekî nû, çûyîn ji bo Bexda, me yarmetiya Iraqê da ji bo wê yekê bibê xwediyê desturek ku têda maf û erk û berjewendiyên hemû pêkhatên wê têda parastî bê, mixabin me dît hîç encamekî nebû.Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku niha hinek kes behsa desturê dikin, me lîjneyekî yasayî û desturî raspard 55 maddeyên destura Iraqê diyar kiriye ku ji aliyê desthilatdarên Bexda ve hatiye binpêkirin, di demek da yekparçeyî ya axa Iraqê li dîbaceya wê destûrê de pabende bi bicîhkirina madde û birgeyên wê ve ku dibêjin: Bendekî desturî tûne ji bo encamdana referandûmê, bersîva me eweye bi wê desturê û dîbaceya wê em referandûmê dikîn, kijan bendê destura Iraqê behsa birîna muçe û budçeya Kurdistanê dike? Em bi wê bendê referandûmê encam didîn.Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî biryara referandûmê ji bo xelkê Kurdistanê vegerand, û spasî wan aliyan kir ku roja 7 ê hezîranê bi piştbestina daxwaza xelkê Kurdistanê biryarê dan 25ê eylula îsal hate diyar kirin ji bo roja encamdana referandûmê û tekez kir, referandûm mulkê hîç kes û aliyekî diyarîkirî nîne, belku mulkê hemû gelê Kurdistane. Eve jî dûpatkir, hîç welatek amade nîne bê wekî diyarî serbixweyiyê bi me bibexşê, divê îradeya xwe bihêztir bikîn û kes bi hindî xwediyê malê nizanê ew bi xwe çi dixwaze, ji bo wê yekê em bi xwe biryar didîn û ne me gunahî kiriye û ne kufre jî, ne yasa û biryara Neteweyên Yekgirtî û Encumena Asayîş û Yekîtiya Ewrupa û Yasayên Navdewletî me binpêkiriye, belku li gor wan mafên li destur û yasayên wan da hatiye behs kirin, mumareseya heqê xwe dikîn.Serok Barzanî red kir ku referandûm bê paşxistin û di derbarê metirsiyan û gefên serbazî, got: Ewe mehale û serdem guheriye û eger careke din tûşî şer buyîn, heyfe xwîna gencê Kurd ji bilî li serbixweyiyê ji bo hîç tişteke din bê bexşîn, ji bo wê yekê mustehîle paşvekêşiyê li encamdana referandûmê de bikîn.Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî spasî qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê kir û tekez kir, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi îradeyeke polayî ve heybeta Da’îş têkbişkîne û navê Pêşmerge li Kurdistanê çend pîroze li cîhanê da jî xelk şanaziyê bi vê hêzê ve dike û me hemûyan bi cîhanê nasand.Serok Barzanî di derbarê dewleta paşaroja Kurdistanê ve jî tekez li ser demokrasiyet û bi hêztirkirina pêkvejiyanê kir û got: Wê demê hûn azadin çi sîstemek pê başe, hûn biryarê didin, lê belê temaşe bikin bi sedema nebûna dewletê ve çend mehrumîn li jiyanê, heta nebîn bi dewletekî serbixwe nikarîn paşarojeke geş ji bo nifşên xwe dabîn bikîn. 

Back to top button