
Roja sêşem 22.08.2017 li bajarê Hewlêr Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya James Mattis Wezîrê Berevaniya Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett Mcgurk Nûnerê Taybetiyê Serokê Amerîka yê hevpeymaniya şerê dijî Da’îş û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê bûn, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Berevaniya Amerîka û şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku li şerê terorîstan da yarmetiya gelê Kurdistanê dane û eve jî xisterû ku her wekî çawa ji destpêkê ve li ser şerê terorê sûr buyîn li niha û paşarojê jî da pêdagirê dijayetîkirina terorê dibîn. Her wiha eve jî ragihand ku azadbûna Musil bi wateya tewawbûna Da’îş nîne û teror gefeke berdewame ku sînor nanasê ji bo wê yekê herdem pêwîstiya me bi hemahengî û hevkariya hevdû heye bo ku teror têkbişkê û bandora wê nemîne.



