Cîhan

Wezirê derve yê Tirkiye serdana Hewlêr dike

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu gihat Bexdayê. Çavuşoglu li Bexdayê li gel serokkomarê Iraqê, serokwezîr û serokê parlementoyê hevdîtina dike. Herweha li gel aliyên Tirkmena jî dicive.Piştî van hevdîtinan wezîrê derve yê Tirkiye serdana Hewlêr dike û li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî hevdîtinekî pêktîne.Wek tê zanin wezîrê bergiriya Amerika duh li Hewlêr bû. Îro diçe Enqere.Referandum û di vê derbarê de biryara desthilatdariya Kurdistanê ya bi istiqrar hatin çûyîna dîplomasiyê xort kiriye. Niha çavê her aliyekî li biryara referandumê ya Kurdistana Başûr e.Di seride Amerika û hinek dewletên din ji serok Mesud Barzani daxwaziya paşxistina referandumê dikin. Lê Barzani dibêje: Referandum mafek me yê rewaye. Şirîkatiya me û Bexdayê zehmete. Eger alternatifek baştir ji referandumê hebê û garantiya vê yekê bête dayin em dikarin di vê derbarê de bifikirin.Dixweyê biryara referandumê tewezina siyasî li herêmê diguherê. Herweha bi vê biryarê helwesta gelek dewletan jî ji gotinê wê de, di derbarê Kurdistanê de zelaltir dibe.

Back to top button