Li Tirkiyeyê, kesên ku bixwazin di şaredariya Sûrê de kar bikin, wek mercê pêşwext divê zimanê kurdî bizanin.
Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê di serlêdanên karkirinê yên bo şaredariya wan de, şertê ‘divê digel tirkî, kurmancî an zazakî jî bê zanîn’ deynin ber serlêderan û kesên ku kurmancî an zazakî nizanibin nikarin di şaredariyê de dest bi kar bikin.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş da xuyakirin ku ji bo pêşkêşkirina xizmeteke baştir, divê zimanên li herêmê bên zanîn. Demîrbaş di vê mijarê de got:
– Li gor ankêtên ku me dayne çêkirin, ji sedî 72ê xelkê Sûrê bi zaravayên kurmancî û zazakî diaxivin. Ji bo ku arîşeyên xelkê herêmê baştir çareser bikin û têkiliyeke xurtir digel wan deynin, me ev merc danî ber kesên ku dixwazin di şaredariya me de kar bikin. Şaredarî bo gel hene. Me jî pêdiviya wê çendê bi cih anî.