Dîtina xwe li ser alfabeya kurdî binvîse
Beşê kurdî yê radyoya Dengê Amerkîkayê ev demek e blogek ji bo minaqeşekirina pirsa alfabeya kurdî amade kiriye. Mirov dikare dîtina xwe li ser vî babetê giring tê de belav bike û bi dîtinên xwe vê mijarê dewlemendtir bike.
Beşê kurdî yê radyoya Dengê Amerkîkayê di blogê de agadariye daye xwendevanan û dinîvîse:
– Me berê jî destnîşan kirîbû ku zimanê kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke.
– Rast e ku zimanê kurdî di coxrafyayeke pir berfireh de tê peyîvîn û li her herêmê bandora zimanên serdest li ser kurdîyê çêdibin. Li Tirkîyê zimanê tirkî, li Îraq û Sûrîyê erebî, li Îranê farsî û li welatên Sovyetê berê rûsî û her wiha rrmenkî, azerî, gurcî û li dîyaspora jî zimanên ku kurd lê dijîn bandor û karîgerîyên xwe li ser kurdî dihêlin.
– Tevî hebûna van zehmetîyan, gelek kes bawer dikin ku faktora herî girîng ya dûrbûna zaravayên kurdî, karanîna 2 alfabeyên cihê ye.
Li dawiyê beşê kurdî yê radyoya Dengê Amerkîkayê vê pirsê ji xwendevanan dike ûdaxaz jîê dike ku dîtinênxwe li ser vê pirsê diyar bikin:
– Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Kêşeya herî girîng ya zimanê Kurdî cûdabûna alfabeyan e yan ne? Eger wiha be, kîjan alfabe baştir û divê Kurd li ser kîjanê biryarê bidin? Eger alfabe yek bin, Kurmancî û Soranî pirtir nêzîkî hev dibin yan ne?
Hûn di karin bi rêya vî lînkê li jêr beşdariyê bikin: