
Helbestvana Kurd Tara Mohammedî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hate revandin û ji bo carek din bi Kurdî helbesta nexwîne hate tahdît kirin.
Temenê Tara 21 saliye û ew di 16 saliya xwe de li ser zewacên bê dil, mafê jinê û mafê mirovan helbesta dinivîse . Tara xwendevanek li zaningeha Mahabadê ye û di nava hevalên xwe de gelek bi navû deng e.Li gora nûçeya Independent a Tirkî, Tara gelek cara bi rêya telefonê hatiye tehdît kirin, gelek caran jî birine nawenda polîsa li Bane û ew tehdît kirine.
Li ser tehdîtkirina Tara, Rêxistina Mafê mirova Hengav jî nûçeyeke belav kiriye. Tara helbesta dinivîse û dixwîne di medya civakî de jî Tara gelekî çalak e. Karmendên îstixbaratê Tara birine nawendekî û jê re gotine : Tu carek din helbestên Kurdî bixwînê emê zimanê te jê bikin.