Cîhan

Trump û Putin civiyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî heft salan cara yekem hatin ba hev. Civîna dîrokî ya herdu serokan li Alaskayê bi qasî sê saetan dom kir. Ev serdan serdana yekem a Putin bo axa Amerîkayê piştî 10 salan bû. Rojeva civîna dîrokî ya li Alaskayê şerê Rûsya-Ukraynayê û bi taybetî têkiliyên aborî yên di navbera herdu welatan de bû. Piştî civîna bilind, derketin pêşberî kamerayan û tekez kirin ku civîn avaker û berhemdar bû, û pêşketinên erênî çêbûn.

Putin di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de got, “Ez bi nêrîna Trump re dipejirînim ku divê ewlehiya Ukraynayê were misogerkirin, û bê guman, em amade ne ku li ser vê yekê bixebitin. Ez hêvî dikim ku peymana ku me bi hev re çêkiriye dê alîkariya me bike ku em nêzîkî vê armancê bibin û rê li ber aştiyê li Ukraynayê vebe.”

Trump, destnîşan kir ku wan di civînê de pêşketinek girîng bi dest xistiye, her wiha diyar kir ku wan li ser gelek mijaran li hev kirine lê hîn li ser çend mijarên sereke negihîştine rêkeftinek tevahî. Trump, diyar kir ku şansek wan heye ku şer biqedînin û got, “Ez ê di demek kurt de agahiya bidim NATO yê. Ez ê bi çend kesên ku ez guncaw dibînim re di derbarê vê civînê de  biaxêvim. bê guman ez ê li gel Zelensky biaxêvim û jê re behsa civîna îro bikim. Di dawiyê de, biryar a wan e.”

Civîneke gelekî girîng di navbera Trump û Putin de pêkhat, lê di danûstandinên aştiyê yên li ser şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê de tu pêşketinek mezin bi dest nexistin.

Konferanseke çapemeniyê ya plankirî? Hat betalkirin. Her du rêberan bi kurtî axivîn û bersiva tu pirsan nedan.

Trump bêyî ku hûrguliyan bide got, “Gelek, gelek xal hebûn ku em li ser li hev dikin. Çend xalên mezin ku em hîn negihîştine encamekî. “

Trump got ku ew ê di rêya xwe ya vegerê de bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û hevalbendên NATOyê re telefon bike da ku li ser axaftina bi hevtayê xwe yê Rûsî re agahiyanbide.

Her du serokan bi tevahî 12 deqîqeyan axivîn – Putin pêşî çû. Wî pesnê Trump da ji bo lidarxistina civînê, û got ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji Şerê Sar ve gihîştine xala xwe ya herî kêm.

Her çiqas Putin bi awayekî berbiçav gotibe ku “divê ewlehiya Ukraynayê were misogerkirin” û Rûsya “amade ye ku li ser vê yekê bixebite”, lê li gora bisporan wî ya di dilê xwe de negot.

Putin got:”Ez dixwazim hêvî bikim ku peymana ku me bi hev re çêkiriye dê alîkariya me bike ku em wê armancê nêzîktir bikin û dê rê li ber aştiyê li Ukraynayê veke.”

Gelek şiroveyên cuda li ser vê civîna dîrokî hatin kirin. Lê hatina serokê herdu welatan li ba hev û hebûna diyalogê bi serê xwe girîng bû û serkeftinek bû.

Belkî tu encamek berbiçav ji civîna wan derneket, lê mirov dikarê vê weke destpêka hewldanekî ya şerê Rusya û Ukranya binirxîne.

Back to top button