Serokê şeradariya navçeya Beyoglu jî hate binçavkirin

Pêleke nû ya lêpirsînê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest pê kiriye. Di çarçoveya vê pêla nehemîn a operasyonan de, ji bo 44 kesan, biryara binçavkirinê hatiye dayîn.Serokê Şaredariya navçeya Beyogluyê Înan Guney û şêwirmendê wî Yîgît Oguz Duman jî di nav de ne.
Li cihê kar û malên kesênku, biryara binçavkirinê hatîn dayîn lêgerîn hatin kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Daxuyaniyê de wiha got:
“Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya di nav Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, ji bo Murat ONGUN, ku guman tê kirin ku rêxistineke sûc ji bo qezencê birêve dibe, bi zordarî bertîl distîne, sextekariya li dijî saziyên giştî û bi destxistina neqanûnî ya daneyên kesane, biryara binçavkirinê hatiye dayîn; 35 gumanbar, di nav de Şaredarê Beyogluyê Înan GÜNEY, ku di nav Şerdariya mezin a Stanbulê de wekî beşdar di gelek kiryarên sextekarîyê de hatine nasîn, di nav de Medya A.Ş. û Kültür A.Ş., ku bi gumanbarê firar Emrah BAĞDATLI ve girêdayî ne; û 9 gumanbar di nav avahiya medyaya civakî ya rêxistina sûc a bi armanca qezencê de, ku ew jî di bin kontrola Murat ONGUN de dixebite û wekî têkiliyên bi gumanbarê firar Emrah BAĞDATLI re heye, hatine nasîn. Bi tevahî 44 gumanbar hatine binçavkirin.
Piştî pêla nû ya operasyonan, Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal got: “Ev êrîşên bênavber ên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stanbulê operasyoneke sêwirandina siyasetê ye, ne ya qanûnê ye.”

